Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence! 2021-12-20 17:12:33   TEKÎRDAG - Hat zanîn ku gardiyan û leşkeran li Girtîgeha Tekîrdagê li girtî Yasîn Eneç dane û di qoqê serê wî de şikandin pêk hatine.    Hat zanîn Yasîn Eneç ê doza PKK’ê li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê girtî ye bi êrişa leşker û gardiyanan re rûbirû maye. Îro hevdîtin li girtîgehê hebû û girtiyan ji malbatên xwe re ragihandine ku Eneç bi êrşê re rûbirû maye. Li gorî agahiyên ku girtiyan daye malbatên xwe; duh êvarê êriş li hemberî Eneç pêk hatiye û di qoqê serî de şikandin pêk hatiye. Eneç piştî êrişê rakirine nexweşxaneyê û dîsa anîne girtîgehê û wî xistine hucreya yek kesî.    Girtiyan ragihandiye ku rewşa tenduristiya Eneç nebaş e û xwestine ku rêxistinên mafê mirovan û hiqûqî xwedî li Eneç û girtiyan derkevin.