Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe 2021-12-21 09:09:01 ŞIRNEX - Emîne Oruç a ku ala têkoşîna hevjînê xwe yê rêveberê HDP’ê bû û wefat kir dewr girt, li gel zext û êrişên li ser HDP’ê û dayikan jî berdewam dike jî xwe tevli xebatan kiriye û dibêje wê ji bo azadî û aştiyê têbikoşe.  Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeyê Abdullah Oruç (58) bi salan bi awayeke çalak di nav xebatên partiyê de cih girt û emrê xwe di ber tekoşînê gelê kurd de da. Oruç, di temenê xwe yê mezin de şev û roja xwe kir yek û xebatên xwe dan meşandin. Oruç, ku ji aliyê derdorê ve jî pir dihat hezkirin di nava hevalên xwe de xebatkarê herî temen mezin bû. Oruç ê ku heta emrê xwe yê dawiyê ji bo pêkanîna edeletê û aştiyeke mayinde tekoşiya, di 12’ê adara 2020'an de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.  Piştî mirina Oruç, hevjîna wî Emîne Oruç a 55 salî ala wî ya tekoşînê hilgirt ser milê xwe û tevlî xebatên partiyê bû. Emîne Oruç, ku niha di nav xebatan de cih digire pêşengiya tekoşîna Dayikên Aştiyê dike.    'GIREDAYÎ DOZA XWE BÛ'    Emîne Oruç, diyar kir ku hevjînê wê ji aliyê her kesî ve dihat hez kirin û wiha vegot: "Hevalê Evdî hevalê min ê dozê bû. Miroveke gelek bêhn fireh bû û sebra wî gelek hebû. Qedrê mirovan gelek digirt. Her tim bi ken û moral bû. Ew hevalê hevalê xwe bû. Hevalê cîranê xwe, zarokên xwe û her kesîkî bû. Ji bo ku mirovan aciz neke çi ji destê wî dihat dikir. Şev û roj di nav xebatên partiyê de bû. Ji xizmeta gel re her tim amade bû. Her tim digot, 'Ez deyndarê gelê xwe me. Wisa bizanibin ku ez tune me. Ez ê li pey doza xwe bim’. Roja ku ew tevlî partiyê bû, heta ku jiyana xwe ji dest da girêdayî doza xwe bû.”   ALA ÊKOŞÎNA HEVJÎNÊ XWE RAKIRIYE    Oruç da zanîn ku ew ê heta dawiya emrê xwe ji bo têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê bixebite û wê nehêle ala têkoşîna hevjînê wê bikeve. Orûç diyar kir ku roja ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide soz dide ku ew ê ala tekoşîna wî rake û ji niha şûn ve tişta bikeve ser milê wê dê bike. Oruç destnîşan kir ku niha ala têkoşîna hevjînê xwe rakiriye û tevî hemû zext û zordariya li ser gelê kurd, partiya wan û dayikan jî xwedî li nirx û partiya xwe derdikevin. Oruç da zanîn ku ew niha di xebatên Dayikên Aştiyê de jî cih digire û xest her kes xwedî li doza xwe û partiya xwe derkeve da ku zextên li ser partiya wan pûç bibin.