Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were 2021-12-21 09:09:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Serwer Qeredaxî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Kurdistanê talanek mezin a ekolojîk bi xwe re tîne û got: “Bandora van çekan dê her tim di nav ax û ava Kurdistanê de hebe û wê bandoreke neyînî li jiyana mirov û zindîyên ku li vê erdnîgariyê dijîn bike." Operasyona ku Tirkiye di 23’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Federal a Kurdistanê dabû destpêkirin didome. Di erişên ku ji bejahî û hewayî didomin de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Di encama êrişên çekên kîmyewî yên li herêmê hatin bikaranîn de heta niha 33 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û gelê herêmê jî ji vê yekê bi bandor bûye û bi nîşaneyên nexweşiyên beyanî çûne nexweşxaneyan. Heta niha bi dehan qadên daristanî hatin talankirin û gelek darên kevnare hatin birîn û bi kamyonan hatin kişandin. Ev operasyona hatiye destpêkirin xesarek mezin dide xwezaya herêmê.    Hevserokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Serwer Qeredaxî  ku parêzerê hawirdorê ye ji ajansa me Mezopotmyayê re axivî û bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser herêmê nirxand.    'EV ŞER LI DIJÎ XWEZAYÊ YE’    Qeredaxî, anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmê bi xwe re wêraniyeke mezin tîne û wiha axivî: "Di rastiyê de xerabûna hevsengiya xwezayê bi şeran dest pê dike. Mirov tenê di şeran de namirin, dema hewa qirêj dibe, av bi jehrî diherike û ax zuwa dibe, mirin dest pê dikin. Dema welatek tê dagirkirin herî zêde ekolojiya wê zirarê dibîne. Ev şerê ku dewleta Tirk daye destpêkirin, şerê li dijî xwezaya Kurdistanê ye. Tirkiye dixwaze hevsengiya ekolojîk a Kurdistanê têk bibe û hemû cureyên nebat û ajalên li vê erdnîgariyê dijîn tune bike. Niha li ser xaka Kurdistanê ev talan hatiye destpêkirin.”   'DI SALEKÎ DE HEZAR Û 300 ERIŞÊN HEWAYÎ'    Qeredaxî, da zanîn ku di hemû êrişên ku heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatine de xesarek mezin daye hevsengiya ekolojîyê û wiha berdewam kir: "Artêşa Tirk ji sala 2015’an heta sala 2019’an 698 erişê bi topan û 555 êrişên hewayî pêk anîne. Tenê di sala 2020'an de hezar û 300 êrişên hewayî û 120 jî êrişên bejayî bi balafirên şer pêk anîne. Artêşa Tirk zêdetirî bi dehan caran herêmên weke Kesta, Hûre, Ûra û Mîska yên herêma Avaşînê bi dijwarî bombebaran kir. Tirkiyê her cureyê çekên kîmyewî li ser xaka Kurdistanê ceriband. Ji çekên kîmyewî yên qedexe, tank, hawan, balafirên F16, helîkopterên Skorsky û Kobra gelek çekên din li vê herêmê hatin bikaranîn.”   'JEHRÎ WÊ DI AX Û AVA KURDISTANÊ DE MAYINDE BIBE’    Qeredaxî, diyar kir ku wê tesîra çekên kîmyewî ya li ser herêmê bi salan bidome û got: "Bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî qedexe ye. Lê belê Artêşa Tirk li Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek caran çekên kîmyewî bikaranîne û ev jî bûye sedemê mirina mirovan. Li herêmê bikaranîna gazên jehrî derketiye hejmareke zêde. Erdên çandiniyê yên ku ji ber bomberdûmanan şewitîne, ji aliyê fîzîkî û biyolojîk xesarek mezin dîtiye. Zeviyên ku hatine çandin wê şînbûnê wan gelek dem bixwaze. Ev yek wê bandorê li berhemên ku sala bê bên çandin jî bike. Û bandora van çekan dê her tim di nav ax û ava Kurdistanê de hebe û wê bandoreke neyînî li jiyana mirov û zindiyên ku li vê erdnîgariyê dijîn bike. Li hemberî van binpêkirinan bêdengîyek pir mezin heye.  Ji ber ku civaka navneteweyî, Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li hemberî vê talanê bêdeng in û li herêmê bikaranîna çekên qedexeyî dewam dike."    'HER ROJ 450 TON DAR TÊN BIRÎN'    Qeredaxî, bi lêv kir ku ew hişmendiya ku Efrîn talan kir, niha li herêma Kurdistanê jî bi heman pêkanîna tevdigere û wiha pêde çû: “Çawa ku dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 314 hezar û 400 darên zeytûnan birî û bi texmînî 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitandin, îro jî li vir heman tiştî dike. Zêdeyî salekê ye 2 şîrketên Tirkiyeyê ji bo birîna darên herêmê xebatek hatiye destpêkirin. Ev xebata ku daye destpêkirin ji qadeke daristanê ya mezin pêk tê. Ev birîna daran dê tevahiya qada daristanên çar parçeyên Kurdistanê bigire nav xwe. Û bi vê xebatê dikare qadên daristanên her çar perçeyên Kurdistanê xira bike û herêmê bi temamî bênefes bihêle. Artêşa Tirk axê dagir dike, artêşa xwe bi cih dike û daran dibire û xwezaya gundan wêran dike. Tişteke ji vî xeternaktir heye? Her roj li deşt û daristanên herêmê de 350 heta 450 ton dar tên birîn. Talankirina xwezayê ne tenê bi birîna daran pêk tê, di heman demê de zindiyên di daristanan jî tên tunekirin.Ji aliyekî ve xwezaya Kurdistanê talan dikin, li aliyê din jî wêran dikin. Tirkiye bi êrişên xwe nîşan dide ku ne tenê dijminatiya Kurdan dike, di heman demê de dijminahiya av, hewa, ax, dar, heywan û xwezaya Kurdistanê jî dike. Eriş li dijî hemû mirovahî ku li ser gerstêrkeyek hevpar dijîn û heywanên li heman erdê dijin tê kirin. Ev êriş wê felaketên xwezayî yên pir giran bi xwe re bîne. Ev sûc ne tenê li dijî kurdan û axa wan, li dijî mirovahiyê û hemû zindiyên cîhanê tê kirin."   LI DIJÎ BÊDENGIYÊ ÇALAKÎ   Qeredaxî, diyar kir ku li tevî hemû hewldanan wan jî bêdengiya hikûmetê ya herêmê li hemberî vê yekê dewam dike û got:  “ Li ser bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê û sûcên artêşa Tirk ên li dijî xwezaya herêmê me daxuyaniyek da. Her wiha li dijî erişên li ser xwezayê me daxuyanî û mitîngên çapemeniyê li dar xistin. Bi taybetî jî bi rêya medyayê, ji bo zextê li ser xwezaya Kurdistanê bi dawî bibin û ew kesên ku van sucan dikin bi awayekî qanûnî bên cezakirin, me çalakî li dar xistin."    'LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWÎ NE'    Qeredaxî, daxuyand ku Tirkiyeyê qanûnên navnetewî binpê dike û wiha got: “Li gorî hiqûqa navneteweyî sûcên şer, binpêkirin, sûcên li dijî mirovahiyê li dijî qanûnên navxweyî yên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ne. Li gorî Dadgeha Ceza ya Navdewletî, kesên ku ziyaneke berfireh û demdirêj didin xwezayê, wek tawanên cengê tên hesibandin û kesên ku vî sucî dikin tên cezakirin.  Erka dewletê ya ji bo dabînkirina jîngeheke saxlem û parastina zindiyên cihêreng diyar dike, tê binpêkirin. Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li hember sûcên Tirkiyê dernakeve û xwe bêdeng dike."    'DIVÊ PÊŞÎ LI TALAN Û QIRKIRINÊ BÊ GIRTIN'    Qeredaxî, di dawiya axaftina xwe de bang li hawirdoran kir ku li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng nemînin û axaftina xwe bi dawî kir: “Divê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî ku li ser xaka Kurdistanê dane destpêkirin  rawestîne. Divê Tirkiye dawî li bikaranîna çekên kîmyewî û talankirin û qirkirina xwezayê li dijî xwezaya Kurdistanê bîne.  Divê em jî weke gelê Kurdistanê li dijî her êrîş û sûcê xwezayê zextê xwe li ser hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêdetir bikin û pêşî li vê talan û qirkirina ekolojîk bigirin.”   MA / Zeynep Durgut