Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe 2021-12-21 09:09:07 STENBOL - Hevseroka MA-TUHAYDER'ê Esîn Çelîk diyar kir ku girtîgeh veguherîne malên cenazeyan û got: "Divê her kes li ber bêhiqûqîtiya li girtîgehan rabe."  Li girtîgehan binpikêrinên mafan ên gelekî meizn rû didin. Ji ber tecrîdê, lêgerîna tazî ya li girtiyan tê tedawîkirin, astengkirin tedawîkirinê gelek pirsgirêk rû didin. Di hefteyekê de li girtîgehan 5 jê giran 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Hemû serlêdanên ji bo tedawîkirin û berdana girtiyên nexweş ên rewşa wna giran jî tên redkirin.    Hevseroka Komeleya Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MA-TUHAYDER) Esîn Çelîk, têkildarî binpêkirinên mafan axivî û anî ziman ku girtîgeh veguherîne "goristanan".    BERDANA WAN TÊ ASTENGKIRIN   Çelîk, diyar kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) û Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê berdana girtiyan asteng dike û ATK ne serbixwe ne. Çelîk, bilêv kir ku ev sazî guh li pîvanên ku dewletê diyar kirine jî nakin û gava ATK rapora 'nikare di girtîgehêd e bimîne' bide jî vê carê Desteyên Çavêdiriyê berdana girtiyan asteng dike.    MALA CENAZEYAN   Çelîk, bilêv kir ku pêkanînên li ser girtiyên nexweş siyasî ne û got: "Wekî ku em tim tînin ziman, bila girtîgeh nebin malên cenazeyan, bila darbest jig irtîgehan dernekvin. Lê dewlet guh li vê bangawaziyê nake. Lê hê jî girtî jiyana xwe ji dest didin."    BI ZANEBÛNÎ NAYÊN TEDAWÎKIRIN   Çelîk, di berdewama axaftina xwe de got: "Berê jî mafê tenduristiyê yê girtiyan dihat astengkirin. Astengiya herî mezin jî tedawiya bi awayê kelemçekirî ye. Gava girtiyan dibin nexweşxaneyê dixwazin wan bi awayekî kelemçekirî muayene bikin. Ev bêhurmetiyeke li hemberî mafên kesayetiyê. Girtî bê pêkanînê qebûl nakin. Lewma bêyî bên tedawîkirin wan dişînin girtîgehê. Pergal bi zanebûnî vê yekê dike û dixwazin bi van pêkanînan kurdên xwe biafirîne."    Çelîk, diyar kir ku her wiha dermanên girtiyan jî bi awayekî rêk û pêk nadin wan.    GARÎBE GEZER HAT QETILKIRIN   Çelîk, bal kişand ser mirina Garîbe Gezerê jî ku li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê bi awayekî sîstematîk hatibû îşkencekirin û jiyana xwe jid est dabû. Çelîk, diyar kir ku bêyî parêzeran çêkirina otopsiyê û nedayîna rapora otopsiyê her tiştî diyar dike û got: "Garîbe Gezer berî jiyana xwe ji dest bide bi 4 mehan hewldana ji bo xwekuştinê hebû. Wê çaxê di nameyek xwe de gotibû, 'Ev ne înfazek e. Zextên tên kirin, tahde û îlkenceya li min tê kirin, taciza tê kirin berê min dan vê çalakiyê.' Lewma ev cinayetek e. Gav bi gav ew be rbi mirinê ve şandin."    'EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN'   Çelîk, detsnîşan kir ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê pirsgirêk bidomin û rewşa heyî ya li girtîgehan jî ji ber tecrîdê ye. Çelîk, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyêg irtiyan dikuje û got: "Lewma heya xebatên me encamê bigirin em ê tevbigerin. Ji bo bêhan civakê derkeve divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Girtîgeh pirsgirêkeke civakê ne. Divê her kesli ber vê bêhiqîtiyê rabe û tevbigere."