Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin 2021-12-21 10:50:53   MÊRDÎN - Cenazeyên Denîz Orak û Sîmanûr Kaya yên YJA-STAR’î ku li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin.    Di 11 Kanûnê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê operasyona eskerî hatibû destpêkirin û heta 15’ê Kanûnê berdewam kiribû. Hatibû diyarkirin ku di encama bombe barandina balafirên şer de 6 endamên YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê 6 jinan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. 3 malbat ji bo cenazeyan teşhîs bikin duh di saetên serê sibê de hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    CENAZE NEHATIN NASKIRIN   Ji malbatên ku ji bo teşhîskirinê ketin morgê, malbatên Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin. Malbata Betul Dîlen (Dîcle) jî ku ji gundê Alûca yê navçeya Qereyazî ya Erziromê hat, ji ber her 4 cenazeyên din nehatine naskirin, nikarî teşhîsê bike. Ji ber vê yekê malbata Dîlen ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da û vegerî Erziromê.    DESTÛR NEHAT DAYÎN KU BÊN ŞUŞTIN   Malbatên Orak û Kaya jî ên duh di saetên serê sibê de hatibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, ligel ku kirariyên wan qediyane jî nikarîn heta saetên şevê cenazeyên xwe teslîm bigirin. Ji malbatan re hat gotin ku piştî saet 21.00’an wê cenaze bên teslîm kirin. Li ser vê yekê malbat li nexweşxaneyê li benda radestkirina cenazeyan man. Malbatan di saetên şevê de xwest ku cenaze bên şuştin û wisa teslîm bigirin lê rayedarên morgê ji ber astengkirina polîsan nikarî cenazeyan bişon. Polîsan destûr neda ku malbat bi xwe jî cenazeyan bişon. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî wesayîta cenaze neda malbatan, li ser vê yekê malbatan bi derfetên xwe wesayîteke cenaze ya taybet girtin û cenazeyên xwe teslîm girtin.    HER DU CENAZE HATIN DEFINKIRIN   Malbata Denîz Orak (Hîra) cenazeyên keça xwe ji bo ku defin bikin birin gundê Kurika Çeto ya navçeya Artûklûyê. Cenaze li vir di bin dorpêça cendermeyan de hat veşartin. Cenazeyê Sîmanûr Kaya jî li Goristana Mohrîs a li navçeya Nisêbînê hat veşartin. Polîsan goristan dorpêç kirin û destûr dan tenê ferdên malbatê beşdarî merasîma veşartina cenaze bibin.