Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket 2021-12-21 13:28:50   AMED - Testa koronayê ya girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê rakiribûn nexweşxaneyê û pişt re dîsa biribûn girtîgehê, cara duyemîn pozîtîf derket.    Girtiyên nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, di 6’ê Kanûnê de bi lawê xwe re bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketibû. Ozkan ê rewşa wî nebaş bû û bêhn lê teng bû, di 8’ê Kanûnê de rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ozkan ku ji ber şert û mercên kronîk di nava koma rîskê de ye, beriya ku testa wî bibe negatif di 12’ê Kanûnê de careke din birin girtîgehê. Testa Ozkan ê ji wê dîrokê ve di hucreya karantînayê de tê girtin, di nava 16 rojan de nebû negatîf.   HERTIM DIKUXE   Lawê Ozkan, Nevzat Ozkan diyar kir ku duh bi bavê xwe re bi telefonê axivî ne. Ozkan, dazanîn ku testa koronavîrûsê ya bav û birayê wî careke din pozîtîf derketiye. Nevzat Ozkan bi lêv kir ku derketina testa pozîtîf a bavê wî dibe ku nîşaneya bi varyanta delta ketibe be û anî ziman ku hêj birayê wî û bavê wî di odeya karantînayê de dimînin. Ozkan, destnîşan kir ku bavê wî her tim dikuxe.