Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe 2021-12-21 14:15:17   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz di ê ji Doza Kobanê tê darizandin axivî û bi bîr xist ku seranserî dîrokê hemû îqtidarên ku devalusyonê dikin têk çûne û got: “Devalusyon wê vê îqtidarê jî bibe.”    Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dest pê kir. 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.    MUŞTEKÎ NEBÛ GILÎKAR    Celaleddîn Kaya yê ku wek muştekî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû got: “Dikana min xesar dîtibû. Ji bo min got ez naxwazim beşdarî vê dozê bibim, beşdar bûm. Ji bo xesara min were dayîn daxwazek dikim, lê ez gilîkar im.”    Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz got ew kesên di Komkujiya Girtîgehan a di 19’ê Kanûna 2000’î de pêk hat bibîr tîne û ew ê parastina xwe neke lê wê çend tiştan ji bo dozê bibêje.    HIQÛQ NAXEBITE    Serokê dadgehê ket navberê û got, “derbarê dozê de parastina xwe bikin, em tên vir siyasetê nakin.” Parmaksiz bersiva dadger da û got, “Hûn me ji siyasetê didarizînin, helbet em ê siyasetê biaxivin.” Serokê dadgehê gotinên Parmaksiz birî û got, “Sûcê li ser we heye, derbarê vê de biaxive.” Parmaksiz wiha bersiv da: “We me berneda dolar zêde bû. Ji ber vê yekê jî ji serî heta binî her tişt li vir siyasî ye. Heke ev pêvajo li gorî hiqûqê bihata birêvebirin û biryarên DMME’yê li ber çavan bihata girtin, divê we me berdaba.”    ‘EV DEVALUASYON WÊ VÊ ÎQTIDARÊ TÊK BIBE’    Parmaksiz bal kişand ser bihabûn û erzanbûna dovîzê û wiha got: “Ji niha ve kitbûna budçeyê zêde bû. Wê ev çawa were derbaskirin, bi deynan dê bibe. Êdî nema were çareserkirin. Pêdiviya Tirkiyê bi pereyên germ heye. TL dikare were hilberandin lê nikarin dolar hilberînin. Niha Tirkiye dixwaze pereyê xwe takas bike lê Amerîka naxwaze viya bike. Kes naxwaze pereyê xwe bi yê Tirkiyê takas bike. Kî devaluasyona mezin bike ew ji îqtidarê dikeve. Ez vê wek seranserî dîrokê dibêjim. CHP viya kir ket, Partiya Demokratîk kir ket. Di sala 2001’an de MHP-ANAP’ê devaluasyonê kir û ket. AKP hat. Niha jî li Tirkiyê devaluasyonek mezin hat kirin lê belê dolar firiya. Xesar û texrîbata ku daye li holê ye. Wê ev îqtidar têk biçe. Ji bo têkçûna vê îqtidarê gelek sedem hene, yek ji van sedeman jî aborî ye. Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe. 5 puan hat daxistin û dolar derket 18 lîreyên tirk. Dema we me girt, dolar 6 lîre û tiştek bû. Îro derketiye 18 lîreyan. Duh mudaxile kirin. Bi awayek serniximandî faîz hat zêdekirin.”    ‘DOZEK SIYASÎ YE’    Parmaksiz ji bo parastinê wext xwest û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em viya qebûl nakin. Em ê nehêlin ku patron vê axê bixwin. Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin da ku ev hikûmet têk biçe. Heyamek bifirtûne li pêşiya me ye. Ji ber hûn me bernadin, lewma dolar wisa biha bû. Hûn biryarên Destûra Bingehîn û DMME’yê li ber çavan nagirtin û reqamê dovîzê zêde dibin. Hûn neçarin li gorî hiqûqê tevbigerin. Ev doz dozek siyasî ye. Ji hiqûqê wêdetir divê tiştên siyasî bêtir werin gotin.”    Dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.