Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin 2021-12-21 15:58:19 AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amedê di roja 36’emîn de didome û malbatan diyar kir ku dewlet dixwaze bêje girtî întîhar dikin û gotin: “Dewlet berpirsiyarê van mirinan e. Dibêjin întîhar kirine, em vê qebûl nakin.”  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 36’emîn de li Baroya Amedê berdewam kir. Gelek malbat di nobedê de amade bûn. Îro jî rêveber û endamên HDP’ê yên rêxistina Hênê serdana malbatan kirin.    HÛCREYA YEK KESÎ ZILM E    Dayika girtî Ahmet Topkaya, Fatma Topkaya da zanîn ku 22 sal cezayê hepsê li lawê wê hatiye birîn û di hucreya yek kesî de êdî hestî û şermê laşê wî dihelin. Topkaya got rewşa girtiyan li girtîgehan her ku diçe nebaş dibe û divê her kes li ber vê neheqiyê rabe û kes vê zilmê qebûl neke.    Rêveberê HDP’a Hênê Îbrahîm Kaya jî got divê ew berxwedana xwe li dijî faşîzmê mezin bikin û nehêlin ku cenaze ji girtîgehan derkevin.    ‘EM GOTINA ‘ÎNTÎHAR KIRINE’ QEBÛL NAKIN’    Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler destnîşan kir ku di du hefteyên dawî de 7 cenaze ji girtîgehan derketin û got: “Di van rojên dawî de cenazeyên girtiyan ji hepsan derdikevin. Dewlet û girtîgeh dibêjin întîhar kirine. Gelo çawa întîhar dikin? Li girtîgehan tu tiştek întîharkirinê nîne. Dewlet berpirsiyarê van mirinan e. Her roja ku diçe tirs û fikarên me zêde dibin. Ev heyama niha ji heyama salên 80’î xerabtir e. Em ditirsin ku serê sibê ji xewê rabin ku wê ji me re jî bêjin ‘întîhar kiriye’. Em van gotinên ‘întîhar kiriye’ qebûl nakin. Em bang li malbatên girtiyan dikin, ku werin beşdarî çalakiya me bibin.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Dayika girtiyê nexweş Fevziye Kolakan û xwişka girtî Reşahat Ada û keça girtiyê nexweş Herdem Merwanî jî axivîn û banga piştevaniya nobeda edaletê kirin.