ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN 2021-12-22 09:00:16 * Suleyman Soylû, Mehmet Mîraç Dînç'ê HDP'î hedef nîşan dabû û piştî vê hedefnîşandanê hatibû girtin. Parêzerê wî Hekîm Taniş got: "Soylû nepeniyê binpê kiriye û jiyana muwekîlê min xistiye talûkeyê."  *  Ji ber krîza aborî mirov ji bêgavî berê xwe didin komira erzan û nebaş. Komira Şirnexê ya kaloriya wê kêm îsal cara ewil li bajarên wekî Trabzon û Tekirdagê jî hat firotin.   * Rojnameger Îbrahîm Êzidî, da zanîn ku PDK li herêmê sîxûrtiyê dide ferzkirin û wiha got: " Hin malbat ji bo ku karê sîxurtiyê bikin bi taybet hatin hilbijartin û şandin Şengalê. Li Şengalê PDK’ê şûna MÎT’ê kar dike. Cihê ku  MÎT xwe negehînê PDK’ê wê dike."    * Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, destnîşan kir ku ATK şirîkê mirina girtiyan e.    * Girtiyên ku ATK rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dide wan, yeko yeko jiyana xwe ji dest didin. Serokê ÎHD a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn, destnîşan kir ku dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe.    * 18 zarokên ku li ARSÎSA ya Şaxa Wanê perwedehiya zimanê kurdî wergirtin, bi merasîmeke rengîn sertîfîkayên xwe wergirtin. Zarokan û malbatên wan ji bo xwedîderketina li ziman bang kirin.    * Hamdiye Yagiz ku li Çîmentepeyê şarkuteriya wê heye, diyar kir ku di demên dawî de derdora xizan êdî nikare tiştekî bikire û êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman difiroşe.    * Girtî Mûstafa Akan ê ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" qebûl nekir, cara dudiyan înfaza wî hat şewitandin. Malbat dê giliyê dozger bike.    * Girtiya nexweş Rûken Yildiz a 7 meh in li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, terkî mirinê hat kirin. Malbatê ragihand ku bijîjk ji Yildiz re gotiye “Tu çawa dikarî bi vê tansiyonê bijî?”   * Danişîna ewil a doza kuştina Denîz Poyraz tevî gelek pirsên bêbersiv mane wê di 29’ê kanûnê de dest pê bike.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 289'emîn de berdewam bike.    * MED-DER, PEN'a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Enstîtûya Amedê wê derbarê girtiyên jin de xebata çîrokan li MED-DER'ê bi civaîna çapemeniyê bidin destpêkirin. (10.00)   * Odeya Tabîban a Mêrdînê wê têkildarî tundiya li hekîman tê kirin li ber Nexweşxaneya Ozel Park daxuyanî bide çapemeniyê.  (13.00)   * Malbatên girtiyan wê li Amedê û Wanê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayê berdan nobedên edaletê dane destpêkirin wê berdewam bikin. (13.00-16.00)