Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê 2021-12-22 09:11:41 ŞIRNEX - Suleyman Soylû, Mehmet Mîraç Dînç'ê HDP'î hedef nîşan dabû û piştî vê hedefnîşandanê hatibû girtin. Parêzerê wî Hekîm Taniş got: "Soylû nepeniyê bin pê kiriye û jiyana muwekîlê min xistiye talûkeyê."  Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di dema hevdîtinên budçeyê de endamê têkildarî kuştina Tahîr Guven, birayê Serokê AKP'ê yê Şirnexê yê berê Cîhan Guven, endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç Dînç û HDP'ê kiribû hedef. Piştî vê axaftina Soylû Dînç bêyî ku delîlek hebe hatibû girtin. Parêzerê wî Hekîm Taniş, diyar kir ku Soylû biryara "veşarî" ya ji bo dosyeyê binpê kiriye û jiyana muwekîlê wî xistiye talûkeyê.    DELÎLINE PÛÇ Û RAZBER   Taniş, anî ziman ku muwekîlê wî bi delîline razber hatiye binçavkirin û ya hatiye kirin dijî hiqûqê ye. Taniş got: "Di 7'ê Kanûnê saet di yazdehê şevê de muwekîlê min Mehmet Mîraç Dînç û Abdûllah Kaçmaz, li Silopiyayê li texma nexweşxaneya berê hatin binçavkirin. Ji bo binçavkirina wan jî kuştina Tahîr Guven mîşan dane. Dînç bi sûcên 'kuştina bi qesdî', 'endamtiya rêxistinê' û 'dijberiya pergala qanûnî' hat tawanbarkirin û hat girtin. Gava em di çaçroveyeke hiqûqî de lê mêze bikin, binçavkirin ne bi delîlên şênber, bi delîline razber hatiye kirin. Bi du îxbarên razber hatiye girtin. Diviyabû binçavkirin bi van îdiayên razber çênebûna."   Taniş, destnîşan kir ku muwekîlê wî bi delîline pûç û razber hatiye girtin û got: Ev girtin, dijî hiqûqê ye."    ‘EWLEHIYA WÎ DI TALÛKÊ DE YE'   Taniş, destnîşan kir ku Suleyman Soylû muwekîlê wî hedef nîşan daye û bi vê hedefnîşandanê "nepenîbûnê' binpê kiriye û got: "Dierbarê dosyeyê de biryara veşarî heye. Her wiha biryara ku parêzer bi muwekîl re hevdîtinê nekin jî hebû. Çendî têkildarî îdiayên hatin bilêvkirin di dosyeyê de tu tişt tune ye jî, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li meclîsê muwekîlê min 'wekî kujer' kir hedef. Ev di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin."   Taniş, anî ziman ku Soylû bi vî awayî jiyana muwekîlê wî ber bi talûkeyê ve şandiye.    Taniş, bibîr xist ku ger derbarê dosyeyekê de biryara veşarî hebe aşkerekirina zabitnameyên îfadeyan ên di dosyeyê de dijî hiqûqê ye û got: "Dosyeya lêpirsînê veşarî ye. Lê beyanên E.K. hatin aşkerekirin. Ev jî tê wateya binpêkirina veşarîbûna lêpirsînê. Sûcên ku E.K.'yê di heman dosyeyê de hatiye girtin xistine sutyê muwekîlê wî, ne rast in. Muwekîlê min diyar kir ku bi tu awayî E.K. nas nake. Gotinên E.K. bêbinî ne. Me îtiraz kir. Ger îtiraza me bê redakirin em ê serî li Dadgeha Cezayê Sulhm ya Sêrtê bidin."