Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî! 2021-12-22 09:11:42 ŞIRNEX - Ji ber krîza aborî mirov ji bêgavî berê xwe didin komira erzan û nebaş. Komira Şirnexê ya kaloriya wê kêm îsal cara ewil li bajarên wekî Trabzon û Tekirdagê jî hat firotin.  Kargehên asfaltîk ên Tirkiyeyê, di sala 1978'an de ketin destê Midûriyeta Kargehên Komirê yên Tirkiyeyê (TKÎ). Di sala 2002'yan de di çarçoveya polîtîkayên hikûmetê de kargehên TKÎ'yê yên li bajarê Şirnexê hatin betalkirin. Piştî vê TKÎ'yê bi peymana rodovansê (kirêkirinê) şixulandina 63 qadên asfaltîtê da kargehên taybet. Asfaltîta ku bi piranî di fabrîkeyên tûxleyan de tê bikaranîn, kaloriya wan di navbera 3 hezar-4 hezar û nîvan de ye. Komira Şirnexê ku bi piranî di pîşesaziyê de tê bikaranîn, piştî zêdebûna kûrên dowîzan li herêmê û li çar hawirdorên Tirkiyeyê ji bo li malan bê şewitandin tê firotin.    BANDORA WÊ YA LI XWEZAYÊ   Endezyarê Jeolojiyê Necatî Aydin, têkildarî kanên komirê yên li herêmê axivî. Aydin, da zanîn ku ev kan li navenda Şirnexê, li navçeyên wê Qileban û Silopiyayê ne. Aydin, destnîşan kir ku madena li Şirnexê "halê hişk ê petrolê' ye û ji ber ku rêjeya wê ya karbon monoksîtê pir zêde ye, li pîşesaziyê tê bikaranîn.    Aydin, destnîşan kir ku tevahiya fealiyetên madenan zirarê didin hawidorê û got: "Hevsengiya xwezayê xera dibe. Kanên tên vekirin mirov dikare wan rehabîlîte bike. Piştî derxistina madenê divê li wir dar bên çandin. Lê ev tişt li herêma me nayê kirin. Bi taybetî li Silopiyayê deh salên dawî avhewa pir guheriye. Nexweşîna hilmijînê li welatiyan peyda dibe. Her wiha gava asfaltît tê şewitandin dûmana wê tevli hewayê dibe. Ev jî gava berf û abran dibarin, tevli axê dibin. Ev jî dibe sedema nexweşînine din."    FIYETÊ WÊ JI SEDÎ 400 BIHA BÛYE   Malbata Keser, ji sala 1991'ê ve komirfiroşiyê dike. Ji ferdên malbatê Zekî Keser ê 26 salî, anî ziman ku ew madena asfaltîtê ji Şirnexê dibin Cizîrê û li wir li gor qalîteyê ji hev dineqînin. Keser, destnîşan kir ku îsal fiyet pir biha bûye. Keser, da zanîn ku asfaltîta ku ew difiroşin enerjiya wê kêm e û dûmana wê zêde ye, ji ber vê welatî komira îthal distendin lê piştî kûrên dowîzan zêde bûne êdî welatî li başbûna komirê nanêrin û asfaltîtê dikirin. Keser, diyar kir ku heya par jî tona wê bi 280 TL'yî difirotin, lê îsal li kana madenê tona wê heya 600 TL'yî jî diçe.    MALIYET   Keser, destnîşan kir ku tona asfaltîtê li gor qalîteyê diguhere û heya hezar û 250 TL'yî jî tê firotin. Keser got: "Em li vira komirê ji hev dineqînin. Kîsên em komirê dixinê jî biha bûne. Berê me hezar kîs bi hezar û 200 TL'yî distend, niha em hezar kîsê bi 2 hezar û 600 TL'yî distînin. Par me devê kîsan bi 150 TL'yî didirût, lê îsal bûye 250. Heqdesta karkeran hezar û 200 TL bû, niha bûye hezar û 500 TL. Piştî maliyet bihabûn, fiyetê komirê jî biha bû. Par tona komira di kîsan de bi 450 TL'yî bû, lê niha bûye 950 TL. Sedem zêdebûna dolar e."    NE QALÎTE ERZANÎ   Keser, bibîr xist ku tona komira îthal ji ber dowîzan bûye 4 hezar û 300 TL û got: "Lewma milet komira Şirnexê distîne. Êdî gel li başbûna komirê mêze nake, lie rzanbûnê mêze dike. Komira Şirnexê ji ber kaloriya wê hindik e, zû dişewite û dibe xwelî. Komira îthal baştir e, lê gel wê nastîne. Ji lew r epir biha ye. Îsal me komira Şirnexê şand Konya, Aksaray, Stenbol, Tekirdag û Trabzonê jî. Bavê min ji sala 1991'ê ve vî karî dike. Herî zêde firotiye navçeya Erxanî ya Amedê. Jê wêdetir neçûye."    MA / Omer Akin