Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin 2021-12-22 09:11:47 ÎZMÎR - Girtî Mûstafa Akan ê ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" qebûl nekir, cara dudiyan înfaza wî hat şewitandin. Malbat dê giliyê dozger bike.  Mûstafa Akan (33) ku di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye, dema înfaza wî temam bûye lê nayê berdan. Akan di sala 2014'an de li Amedê hatiye girtin û di sala 2016'an de jî bi hinceta "nedamtiya rêxistinê" 9 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Akan, di sala 2017'an de ji Amedê sirgûnî Girtîgeha Îkaran a Îzmîrê hatiye kirin. Akan ku cezayê wî 6 meh berê qediyaye, ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" ya ku Komîsyona Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nekiriye înfaza wî ji bo 6 mehan hatiye şewitandin. Piştî 6 mehan vê carê jî înfaza wî 8 mehên din jî hatiye taloqkirin.    Malbata Akan li Manîsayê dimîne. Dayik Halîde Akan, di 19'ê Kanûnê de ji bo hevdîtina vekirî çûye girtîgehê. Dayik Akan, anî ziman ku kurê wê ragihandiye ku Komîsyona Îdareû Çavdêriyê ya Girtîgehê hevdîtin pê re kiriye û di hevdîtinê de "poşmanîtî" lê ferz kirine.    ‘TU YÊ JI GIRTÎGEHÊ DERNEYÊ!'   Dayik Akan, anî ziman ku ji ber pandemiyê nêzî 2 salan kurê xwe nediye û got: "Mehek berê gardiyan kurê min dibin odeyekê. Li odeyê kesekî ku xwe wekî dozger dide naskirin dibêje, 'ger tu poşman bibî, ez ê te berdim, tu yê biçî mala xwe.' Kurê min jî dibêje, cezayêwî qediyaye,ya tu dikî bêhiqqîtî ye. Dozger jî gotiye, 'ger tu nebêjî ez poşman im, tu yê ji girtîgehê dernekevî.' PIştî vê cezayê wî 8 mehên din jî tê taloqkirin."    SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ   Akan, destnîşan kir ku dewlet li hemberî kurdan hiqûqa dijminatiyê pêk tîne û got: "Îro ro li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Dewlet bi neberdana wan sûc dike li hemberî mirovahiyê. Girt, her roj jiyana xwe ji dest didin. Kurê min divê ji çavên xw eemeliyat bibe. Lê wî nabin ser bijîşk. Bi salan e me dikujin. Dewlet dixwaze kurdan bikuje, tune bike. Dixwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Ev bêhiqûqîtî li tu devera cîhanê tune ye."   WÊ GILÎ BIKIN   Dayik Akan, destnîşan kir ku vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin û dê serî li saziyên mafên mirovan bide û giliyê dozgerê ku kurê wê bernade bike.    MA / Hakan Yalçin