Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî? 2021-12-22 09:19:31   STENBOL - Girtiya nexweş Rûken Yildiz a 7 meh in li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, terkî mirinê hat kirin. Malbatê ragihand ku bijîjk ji Yildiz re gotiye “Tu çawa dikarî bi vê tansiyonê bijî?”   Rewşa girtiya nexweş Rûken Yilmaz a li Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Îdirê tê ragirtin, her ku diçe giran dibe. Yildiz a 7 meh berê ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi darê zorê sewqî Îdirê hate kirin û nexweşiyên dil, ba, mêlak, tansiyona bilind, mîde û kêmbûna xwînê pê re hene, jiyana wê her roja ku diçe zehmet dibe.    Birayê Rûken Yildiz a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di sala 2017’an de hate girtin û 27 sal cezayê hefsê lê hate birîn, Ferhat Yilmaz, hişyar kir ku rewşa xwişka wê her ku diçe xerab dibe.    Yildiz, bi lêv kir ku dema xwişka wî girtî bû bi beyanên derew ên kesekî şahid, ceza lê hatiye birîn û wiha got: “Dema şahid hat dadgehê dadger ji wî re got ‘Te Rûken kengî dît?’ Wî jî got ‘min di sala 2019’an de dît’ Lê xwişka min ji sala 2017’an ve di girtîgehê de ye û bi van îfadeyên derew cezayê hefsê lê hat birîn.”   DELÎL TUNE YE CEZA HEYE   Yildiz, dazanîn ku bêyî delîl evqas ceza li xwişka wî hatiye birîn û wiha axivî: “Polîsan îdia kir ku ‘li ser wê bombe hebû’ Lê li ser şopa tiliyan hebû? Ji vê re jî gotine ‘Çawa me girt me îmha kir, ji ber wê em nizanin.’ Diviyabû polîsan bi kamerayan lêgerîn kiribûya. Heke li ser tiştek dîtibin jî diviyabû şopa tiliya wê lêkolîn kiribûna. Di destê wan de tu delîl tune ne lê ceza lê dibirin.”   MALBAT BI FIKARE   Yildiz, anî ziman ku xwişka wî bi darê zorê ji Wanê sewqî Îdirê hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Rêveberiya girtîgehê xwişka min tena serê xwe li odeyekê hiştine û bi gotina ‘em ê te sewqî cihekî din bikin’ mijûl dikin. Em weke malbat bi awayekî cidî bi fikar in. Gelek nexweşiyên xwişka min hene. Miroveke ku gelek nexweşiyên wê hene, tena serê xwe li odeyekê dimîne. Ji ber şert û mercên dermankirinê nînin nexweşiyên wê gelek pêş ve çû. Di girtîgehê de romatizmaya dil dest pê kir, di mêlaka wê de nexweşî heye, tansiyona wê ya bilind heye. Ev nexweşiyên wê beriya niha tune bûn. Li girtîgehê dibin revîrê ku tansiyona wê bûye 24. Bijîjk jê re gotiye ‘Tu çawa bi vê tansiyona bilind dijî?’”   DENGÊ WÊ XERAB DIHAT   Yildiz, dazanîn ku di hevdîtina telefonê ya dawî de xwişka wê jê re gotiye “Ez ji nava nivînan bi darê zorê rabûm û hatim bi telefonê biaxivim” û anî ziman ku dengê wê pir xerab dihat. Yildiz, bi gotina “Heke nîvê şevê tiştek bi xwişka min were kes nikare mudaxileya wê bike” bertek nîşan da. Yildiz, destnîşan da ku tena serê xwe hiştina xwişka wî ya di odeyekê de tecrîd e û bi lêv kir ku bi hêceta şewbê aktîvîteyên civakî yên girtiyan tên astengkirin lê gardiyan weke artêşekê bi ser odeyan de digirin û lêgerînan dikin. Yildiz, bi bîr xist ku di nava mehekê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku xwişka wî terkî mirinê hatiye kirin.    MA / Dogan Kaynak - Enes Sezgîn