Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe 2021-12-22 09:31:08 AMED - Girtiyên ku ATK rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dide wan, yeko yeko jiyana xwe ji dest didin. Serokê ÎHD a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn, destnîşan kir ku dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe.  Bangîn Mûhammed, Halîl Guneş, Abdulrezzak Sûyûr, Salîh Togrûl ku di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bûn li dû hev jiyana xwe ji dest dan. Saziya Tiba Edlî (ATK), rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dabû her 4 girtiyên nexweş.    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn, anî ziman ku di waêr hiqûqî de ATK berpirssê van mirina ye û dê bi lêpirsîneke kartêker bibe gumanbar.    KRÎTERÊN DIJÎ HQIQÛÊ   Zeytûn, destnîşan kir ku dewlet polîtîkaya li ser asasê ewlehiyê, otorîteriyê û bêhiqûqîtiyê hatiye avakirin didomîne û ev polîtîka xwedî mewzûateke ku mafê jiyanê, mafê tenduristiyê û mafên sereke yên girtiyan taloq dike. Zeytûn, anî ziman ku dewlet vê mewzûatê bi reflekseke li dijî têkoşîna ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş bi pêş ve biriye. Zeytûn, diyar kir ku gava nexweşxane rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dide girtiyên nexweş, dozgerî ji dêvla ku rapora bi delîlên şênber hatiye amadekirin esas bigire radibe serî li midûriyeta polîsan dide û dipirs ebê ka ev kes ji bo civakê talûke ye yan na û got: "Ev her du pêkanînên di qanûna înfazê de krîterine pir otorîter û hişk in û dijî hiqûqa mirovane ne. Mixabin ev mewzût dibe sedem ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin."    RAPORÊN EWLEHÎPARÊZ   Zeytûn, destnîşan kir ku raporên ATK'ê bi daneyên zanistî nayên amadekirin û endamên wê yên ji aliyê hikûmetê ve hatine tayinkirin li gor polîtîkayên hikûmetê tevdigerin û got: "Mixabin gava em li pergala vê saziyêmêze dikin û li endamên wê yên ku ji aliyê îqtidarê ve hatine diyarkirin mêzedikin, ATK ji dêvla raporên zanistî yên nexweşxaneyan raporên polîtîkayên otorîter û ewlehîparêz ên îqtidarê esas digirin amadfe dike. Mînakên herî berbiçav Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk e."   ‘DIVÊ BÊNDARIZANDIN'   Zeytûn, destnîşan kir ku di nirxandina rewşa girtiyên nexweş de demildest divê krîterên wekî esasgirtina ATK û midûriyetên polîsan bên terikandin û ji bo vê bal kişand ser guherandina qanûnê. Zeytûn got: "Divê bê dîtin ku bi mirina Halîl Guneş û girtiyên din re, dewletê mafê jiyanê binpê kiriye. Divê bi lêpirsîneke kartêker kes an jî saziyên tiliya wan di vê de hene bên darizandin. Ev divêtiyeke mewûzatê ye ku di xala 17'an a Qanûna Bingehîn de hatiye diyarkirin."    ‘GUMANBARÊN LÊPIRSÎNA KARTÊKER'   Zeytûn, anî ziman ku ATK'ya ku bereksê raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" ên nexweşxaneyan raporên bê delîl amade dike, di warê hiqûqî de berpirsê van mirina ye û gumanbara lêpirsîneke kartêker e.    Zeytûn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş û demildest berdana wan doza guherandina qanûnê kir.