Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir 2021-12-22 13:17:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Wanê tê ragirtin bi qertekê sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir.    Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hatibû girtin Nedîm Turfent ê nêzî 6 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin bi qertekê sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir. Turfent di nameya xwe de wiha got: “Diyariya min ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA). Bi hêviya rojên azad. #Sersala we pîroz be. Zîndana Wanê.”