HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir 2021-12-22 18:51:58   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ku serdana Navenda Giştî ya Partiya Saadetê kirin, bangawaziya ji bo hilbijartina pêşwext dubare kirin û destnîşan kirin ku li dijî krîzan pêdivî bi têhilanînekê heye.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û heyeta bi wan re serdana Navenda Giştî ya Partiya Saadetê (SP) kirin. Serokê Giştî yê SP'ê Temel Karamollaoglû û heyeta pê re heyta HDP'ê pêşwazî kirin. Piştî hevdîtinê ku saetekê dewam kir, Hevserokên Giştî yên HDP'ê PErvîn Bûldan û Mîthat Sancar û Serokê Giştî yê SP'ê Temel Karamollaoglû civîneke çapemeniyê ya hevpar çêkirin.    HILBIJARTINA PÊŞWEXT   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku piştî civîna xwe ya Desteya Rêvebir a Navendî biryar girtine ku serdana Partiya Saadetê bikin. Bûldan da zanîn ku li gor biryara ku di civînê de girtine dê serdana ça rpartiyên siyasî bikin û got: "Hefteya bê em ê serdana CHP'ê, Partiya Gelecekê û Partiya Devayê bikin. Niha gelên Tirkiyeyê di pêvajoyeke krîza aborî de ne. Gelên Tirkiyeyê dixwazin ji vê rewşê xelas bibin û ji bo vê jî çavên wan li partiyên muxalefetê ne. Em di çarçoveya vê berpirsiyariyê de û ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê hevdîtinan dikin."    Bûldan, di axaftina xwe de destnîşan kir ku demildets pêdiviya Tirkiyeyê bi hilbijartinek pêşwext heye, ji lew re Tirkiye êdî hew tê birêvebirin.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku fatûreya vê serdema zehmet li gel tê birîn û got: "Em ji bo 'ji bo çareseriyê em dikarin çi bikin?' li vira ne. HDP jî di çarçoveya vê berpirsiyariyê de pêngava xwe ya hevdîtinan da destpêkirin. Em hevdîtinê bi rêxistinên kedê re dikin. Ev hevdîtin ji bo me girîng in."    Sancar, anî ziman ku krîza heyî krîzeke siyasî ya nebirêvebirinê e û got: "Em wisa difikirin ku çareserî jî divê siyasî be. Gava ewil çareseriya siyasî jî serîlêdana li hakemtiya gel e."    Sancar, destnîşan kir ku şerta têhilanîna siyasî aştî û aştiua civakî ye û got: "Dê aştiya civakî zemînên ku îqtidar xwe disipêrê jî ji holê rake. Me di hevdîtinan de hêviya çareserkirina van krîzan bilêv kir."    Herî dawî Serokê Giştî yê SP'ê Temel Karamollaoglû axivî û got: "Welatê me, welatekî demokratî»k e. Hîmê demokrasiyê jî ew e ku kesên fikirên wan cuda bên cem hev di û biaxivin. Lewma em kêfxweş in bi serdana HDP'ê. Parlemento divê çalak be û divêtiyên demokrasiyê pêk bîne. Hilbijartin nêz dibe. Helbet ne pir dûr e, an dê serokkomar bide yan jî dê meclîs. Lewma wisa difikirim ku ev xebat divê bi partiyên din re jî bên kirin."