Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz 2021-12-23 09:12:11   ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên mafên mirovan ji bo danişîna têkildarî kuştina Denîz Poyrazê bang kirin û diyar kirin ku ev doz di warê pêşîlêgirtina polîtîkaya bêcezatiyê de dozeke girîng e.    Di 17'ê Hezîranê de Onûr Gencer êriş biribû ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û di hundirê avahiyê de xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kuştibû. Danişîna têkildarî kuştina Poyrazê dê di 29'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê bê lidarxistin. Dê ji Tirkiyeyê û ji derveyî Tirkiyeyê gelek rêxistinên mafên mirovan tevli danişînê bibin.    Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku ev doz di warê pêşîlêgirtina polîtîkaya bêcezatiyê de dozeke girîng e û ji bo tevlîbûnê bang kirin.    ÎHG: MAFÊ JIYANÊ HAT BINPÊKIRIN   Seroka Desteya Rêvebir a Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHG) Ozlem Yilmaz, destnîşan kir ku ev doz di warê rêxistinbûyîna dozê û sûcê nefretê de dozek girîng e. Yilmaz, anî ziman ku ji bo kêmkirina pêşdarazan û sûcê nefretê divê doz bê şopandin û got: "Encama vê girîng e di warê bêcezatiyê û awayê cezakirina binpêkirina mafê jiyanê de. Ji lew re mafê jiyanê yê Denîz Poyrazê ji ber ku endama HDP'ê bû hat binpêkirin. Ger di vê dozê de tenê ne kiryarê tê zanîn kiryarên nayên zanîn jî aşkere bibin, dê ev yek bibe sedema kêmbûna êrişên li hemberî HDP'ê yan jî partiyên siyasî yên din."    Yilmaz, bilêv kir ku divê ev doz baş bê şopandin û bê raporkirin.    BANGAWAZÎ   Yilmaz, destnîşan kir ku di dozên bi vî rengî de serwextkirina raya giştî jî pir girîng e û got: "Bi piranî mirovên bi sûcên nefretê tên kuştin dewlet wan wekî kesên kone dide der. Ji bo vê dozê banga me ji bo tevahiya saziyên hiqûqê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan heye. Bi taybetî kesên bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin divê di doza keseke rastî cihêkariyê hat de bên cem hev du."    ÎHD: DIVÊ BÊ CEZAKIRIN!   Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn anî ziman ku ji berê de dozên civakî bi lez û bez tên bidawîkirin û got: "Lê dîsa jî ji xeynî têkoşînê tu rê tune ye. Divê rêxistinên maf û hiqûqê girîngiya vê dozê berçav bikin. Qet nebe ji bo careke din bûyerên wisa neqewimin û bêcezatî bi dawî bibe, em li bendê ne kiryar bênd arizandin.    Încîn, anî ziman ku di 29'ê Kanûnê de li benda hemû rêxistinên demokratîk in ku li Îzmîrê tevli danişînê bibin û got: "Di vir de mesele tenê ne êrişa li hemberî eksekê an jî partiyeke siyasî ye. Ji bo ronahiyek bê afirandin ji bo pêşerojê, divê her kes tevlê bibe. Em rêxistinên mafên mirovan em ê bi hemû hêza xwe li wir bin. Hêvîdar im ev ya dawî be û ji bo jiholêrakirina bêcezatiyê derî veke."    ÎNÎSYATÎFA MAFAN: PARASTINA BERPIRSIYARIYÊ    Serokê Giştî yê Komeleya Înîsyatîfa Mafan Mehmet Arîf Koçer jî destnîşan kir ku ev doz di warê binpêkirina mafê jiyanê de girîng e û di parastina binpêkirina mafê jiyanê de du berpirsiyariyê dewletê hene û got: Yek, dê dewlet kesî nekuje. Dudo, dê pêşî li ber kesên qesda canê welatiyan dikin bigire. Yanî dê partiyên siyasî an jîx ebatkarên wê li hemberî êrişan biparêze. Lê dewletê di bûyera Denîz Poyrazê de berpirsiyariya xwe ya pozîtîf binpê kir. Jiyana xebatkereke partiya siyasî neparast. Çendî kiryar xwedî liv û tevgerên gumanbar bûye jî, nehatiye astengkirin. Belkî dewletê bi îstixbarata xwe ev eks tespît kiribe, lê ji bo pêşîlêgirtinê tu tiştek nekir."    Koçer jî bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê û anî ziman ku ger êriş neyên astengkirin wê çaxê divê kiryar bi cezanî giran bên cezakirin. Koçer got: "Divê hemû kesên di warê mafên mirovan de dixebitin doza Denîz Poyrazê bişopînin. Divê hesasiyeta raya giştî hebe ku serê bûyerê neyê girtin."    MA / Tolga Guney