Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin 2021-12-23 09:21:55 MÊRDÎN - Selvîcan Sumeyye Şafak a AKP'î ku wekî midûra nivîsgehê li Şaredariya Qoserê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin hatibû bicihkirin û rojekê jî neçûbû şaredariyê, rutbeya wê li ser hev du tê bilindkirin. Şafak herî dawî tayinî RTUK'ê hat kirin.  Selvîcan Sumeyye Şafak ku di meha Nîsanê de wekî Nûnertiya Herêmê tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Amedê hat kirin, di saziyên cemaweriyê de rutbeya weli ser hev bilind dibe. Ên li pişta Şafakê qeyûm in ku tayinî Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine kirin. Şafak li Şaredariya Qoserê û şaredariyên Mêrdînê yên qeyûm tayinî wan hatine kirin, bi kar û barê xwe yê îhaleyan tê naskirin ku wê ji bo îhaleyan navê fîrmayan diyar dikir. Şafak ku piştî qeyûm hatin tayinkirin ji Semsûrê hat, ewilî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve li Şaredariya Qoserê wekî Midûra Nivîsgehê hat bicihkirin û piştî demekê rutbeya wê li ser hev bilind bû.    Çîroka bilindbûna rutbeya Şafakê ewilî li Semsûrê dest pê kiriye. Li gor angaştan, navê wê yê rastîn Selvîcan Şafak e. Lê ji ber ku navê Sumeyye Erdogan, keça Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, navê Sumeyyeyê jî li navê xwe zêde kiriye. Di 2009-2014'an de di dema Serokê AKP'a Semsûrê Mûhammet Necîp Aslan de, li Navenda Geşedana Civakî (TOGEM) hatiye bicihkirin. Di hilbijartina 2014'an de gava Necîp Aslan nebûye namzet, têkildarî wê de hin angaştên nelirêtiyê derketine holê û ji vir çûye Şaredariya Golbaşiyê ya AKP'î. Şafak, demekê li Şaredariya Golbaşiyê jî xebatên TOGEM'ê domandine. Piştî demek kurt bûye cîgira şaredarê Şaredariya Golbaşiyê. Gava cîgira şaredar bûye wesayîta xwe bi kirê daye şaredariyê, lê tê gotin wê bi xwe wesayît şixulandiye.   PIYANGOYA QEYÛM   Şafak, piştî di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de Şaredariya Golbaşiyê ketiye destê MHP'ê ji şaredariyê derketiye. Di 4'ê Mijdara 2019'an de gava qeyûm tayinî Şaredariya Qoserê ya HDP'ê hatiye kirin, hatiye Mêrdînê û wekî midûra Nivîsgehê tayinî Şaredariya Qoserê hatiye kirin. Lê belê tê gotin rojekê jî neçûye şaredariyê û bi ser de jî wesayîtek şexsî tahsîsî wê hatiye kirin. Di vê demê de Şafak hatiye Mêrdînê û hevdîtin bi şaredariyên qeyûman û rêvebirên AKP'î re kiriye. Li gor hin angaştan, di diyarkirina rêvebiriyên AKP'ê yên bajêr û navçeyên wê de xwedî rol e.    RTUK   Şafak, piştî nêzî 6 mehên peywira xwe ya Midûriyeta Nivîsgehê di sala 2020'î de derbasî RTUK'ê bûye û bûye Şêwirmenda Cîgirê Serokê RTUK'ê. Şafak qederekê şêwirmendî kiriye û di Nîsana 2021'ê de wekî Nûnertiya Herêmê tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Amedê hatiye kirin.    Her wiha Şafak li ser hesabê xwe yê medyaya sanal her tim wêneyên xwe yên bi rayedarên AKP'î re parve dike û li ser hesabê wê wêneyên wê yên bi Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Sema Ramazanoglû, wêneyên wê yên bi Waliyê Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş hene. Ji xeynî vê wêneyên wê yên bi Serokkomarê AKP'î Erdogan û hevjîna wî Emîen Erdogan û keça wî Sumeyye Erdogan û Bînalî Yildirimê AKP'î, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û gelek parlementer û rêvebirên AKP'î re hene.    Şafak ku hema bibêje çûye gelek dawetên Serokkomar Erdogan çûnê, di parvekirineke xwe ya 13'ê Sibata 2019'an de wêneyê xwe yê bi Serokê Desteya Bilind ê RTUK'ê Ebûbekîr Şahîn re parve kiriye û ew pesinandiye. Şafak di parvekirina xwe ya 29'ê Kanûna 2017'an de ji bo Şahîn gotiye: "Me bi dostan re rojbûna endamê RTUK'ê kekê min ê hêja Ebûbekîr Şahîn, pîroz kir. Bi hêviya gelek salan keko."    MA / Ahmet Kanbal