Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn 2021-12-23 10:28:50   ENQERE - Zîhniyeta ku temenê Erdal Eren mezin kir û wî bidarve kir piştî 28 salan vê carê temenê Bager Sayak mezin kir û cezayê girankirî yê heta hetayê lê birî û mafê wî yê “hêviyê” ji destê hat girtin.    Wiha dest bi nameya xwe dike: “Herî dawî ji min re muhletname dan min û gotin 'heta roja ku heqê berdanê bi dawî bibe'. Ma ew ne pênaseyek hovane û nefretê ye? Ez vê pênaseyê wek tehrîk û teşebûsa mirinê pênase dikim. Bi rakirina hemû xewn û hêviyên me, ew tenê rêyek nîşan didin: mirin. Ew gelek li bendê ne. Weke kesên ku ji jiyanê hez dikin û bijîn, em ê dîroka serbestberdana min di qirika wan de bihêlin. Gelek cihên ku ez dixwazim herim û bibînim jî hene. Heta ez wan cihan nebînim, niyeta min a mirinê tune ye.”    Bager Sayak niha 30 salî ye. Cezayê girankirî yê heta hetayê lê hatiye birîn. Niha ew li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. Ew jî yek ji wan girtiyan e ku mafê wî yê hêviyê û siberojê ji destê wî hatiye girtin û ev 13 sal in di girtîgehê de ye. Ew feraset ango zîhniyeta ku temenê Erdal Eren mezin kirin û di 17 saliya wî de li 13’ê kanûna 1980’î bidarve kir, îro jî li ser kar e. Vê carê jî heman zîhniyetê piştî ku cezayê darvekirinê rakir 4 sal şûn ve temenê Bager Sayak mezin kir û cezayê girankirî yê heta hetayê lê birîn.    Sayak li gelek girtîgehan tê sirgûnkirin û pirtûkê dinivisîne jî tên desteserkirin. Herî dawî di meha cotmehê de Sayak ji Girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Sîncana Enqereyê dikin û dixin hucreya yek kesî. Sayak derbarê jiyan û têkoşîn û binpêkirinên mafan diqewimin ji ajansa me re nameyek şand.    SİNCAN CEZAEVİNİ TARİFLEDİ   Sayak di nameya xwe de diyar dike ku ew her tim dixwaze xwe baş hî sbike û divê li gel her tiştî jî ew xwe baş bibîne û pozîtîfbûn mirovan li hember bêhêviyê diparêze û zindewer dike. Sayak diyar kir ku wî dixwest wî bibin bajarê ew lê hatiye dinê Çewligê an jî cihek nêzî wir lê di destê pergalek wiha hov de daxwaza dilê wî pêk nayê. Sayak behsa şert û mercên Girtîgeha Sîncanê dike û dibêje, “Ji bo me girtiyan ji hev qût bikin û me bêdeng bikin, di navbera me de odeyan vala hiştin e. Ev der mîna Hotêla Hilbert a bêdawî ye.”    Sayak bal kişand ser mezinkirina temenê xwe û cezayê lê hatiye birîn û got: “Du sedemên cezakirina min hene. A ewil di şexsê min de dixwazin malbata min ceza bikin. A duyemîn jî ew e k udi şexsê min de ciwanên gelê kurd ceza bikin. Malbata min ji heyama Şêx Seîd ve têkoşiyaye û xwe di nava têkoşînê de dîtine. Jixwe tiştek tune be jî paşnavê me ji bo wan têr dike ku sûcdar bikin. Bi derewên mezin min kirin berdevkê ciwanan û wisa dixwazin ciwanên gelê kurd ceza bikin.”   WEZÎRÊ DADÊ LI XWE MIKÛR HATIYE    Sayak destnîşan kir ku dema wî girtine ew 17 salî bûye û niha 30 salî ye û wî xwestiye ku derbarê mezinkirina temenê wî de ji Saziya Tiba Edlî şandeyek serbixwe xwestiye lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Sayak anî ziman ku Wezareta Dadê jî li xwe mikûr hatiye ku temenê wî hatiye mezinkirin û got: “Li Meclîsê derbarê min de pêşniyazpirs hatin dayîn. Wezîrê Dadê yê wê demê Sadullah Ergîn li xwe mikûr hatibû û gotibû, ‘belê temenê wî hatiye mezinkirin’. Piştî ceza li min hat birîn, dadgehê derbarê min de gotiye, ‘zarokê ku xistine nava sûc’ û temenê min ê zarok qebûl kiriye. Lê li gel vê yekê jî temenê min hatiye mezinkirin û cezayê giran li min hat birîn. Ev ji nedîtî ve hat. Ji ber ku temenê min biçûk bû nêzî du mehan min di muşadeyê de xistin tecrîdê.”     DADGER Û DOZGERÊN CEZA LÊ BIRÎNE NIHA GIRTÎ NE    Sayak destnîşan kir ku ew dozger û dadgerê ku cezayê giran lê birîne niha ji lêpirsîna cemaetê girtî ne û got: “Bi rastî jî li ser esasê qanûnê li dijî zarokê kiryarên neqanûnî pêk anîn û wezîfeyên xwe binpê kirin. Dema ku ew di normalê de bi cezayê giran nehat darizandin, wî bi awayekî ecêb li dadgehê cezayê giran da min. Nîv zêde kirin û gotin 'giran e'. Li vî welatî qanûn û hiqûq her tim bi awayekî şaş hatine xebitandin. Li gorî dewlet an jî rejîmên hêzdar ên wê demê hatiye bikaranîn. Çawa dixwazin wisa temen mezin dikin û dema dixwazin wek (Erdal Eren) bi dar ve dikin, dema dixwazin temen biçûk dikin û wek (Seyîd Riza) bi darve dikin. Çawa ku di roja me ya îro de cezayê girankirî li min birîn û çawa ku temenê min mezinkirin. Bi gotineke din, ev pêkanîn û têgihiştinên xerabûyî tu carî şaş nabin. Tenê bila ji bo wan gelê şoreşger û muxalîf hebe bes e.”    ‘EZ NIHA BI PÊKANÎNÊN 12’Ê ÎLONÊ RE RÛBIRÛ MAME’    Sayak anî ziman ku ew her tim ‘Tirkiyeya kevn û Tirkiyeya nû’ tîne bîra xwe û wiha got: “A rast Tirkiyeya nû ji Tirkiyeya berê xerabtir e. Li welatek ku Erdogan aborîzan, Mehmet Şahîn şîrovekarê televîzyonan, Ahmet Hakan û Abdulkadîr Selvî qunciknivîs bin wê çiqas baş û nû be? Pêkanînên 12’ê Îlonê nehatine serê min lê Erdel Eren wan rojan dît. Ez jî îro bi wan sepan re rûbirû mame. Wek welat em di rojên xerab de derbas dibin. Berê jiyana şoreşgeran dikuştin lê hurmet ji her tiştên wan mayî re didan nîşandan. Lê îro li gel jiyana wan hest, rûmet û her tişta ku tê aqilê me hemû nirxan tune dikin.”    TÊN TECRÎDKIRIN    Sayak da zanîn ku wî romanek bi navê “Şervanên Zanist” hatiye destserkirin û ji bo vê yekê serî li Dageha Destûra Bingehîn (AYM) daye û ew hêj li benda biryara AYM’ê ye. Sayak destnîşan kir ku niha li girtîgehan rewşek awarte heye û ew bi tenê tên hiştin û di şertên tecrîdek giran de ne. Sayak got vê tecrîdê wek şerê taybet li hember wan tê bikaranîn. Sayak anî ziman ku li ber wan jî li dijî şert û mercên tecrîdê û pêkanînên faşîzen rêya têkoşîn û berxwedanê heye.    DARAZA NESERBIXWE YE    Sayak helwesta darazê ku “neserbixwe” ye jî rexne kir û got: “Daraz neserbixwe ye. Daraz di bin ferman û gotinên Erdogan de dixebite. Daraz êdî bi qasî telefonek kirinê serbixwe ye. Trump û Markel bi telefonekê girtiyên xwe dan berdan, daraza serbixwe ev e.”    MA / Zemo Aggoz