Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye 2021-12-23 11:24:36   ÎZMÎR - Malbatên karkerên sûrî yên ku li Îzmîrê hatin qetilkirin diyar kirin ku tişta qewimî ye bêwîjdanî ye û daxwaza edaletê kirin.    Li taxa Sîteler a bi ser navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê di 16’ê mijdarê de sê karkerên ji Sûriyê tên şewitandin û qetilkirin. Ev bûyer di 20’ê kanûnê de li ser parvekirinên medya dîjîtal derket holê. Di 21’ê kanûnê de Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê vê bûyerê piştrast kiribû. Mamoun al-Nabhan (23), Ahmed Al-Ali (21) û Muhammed el-Bish (19) ku li fîrmayek malzemeyên întaşê dixebitîn bi şev dema li kargehê razayî bûne, kujer benzînê bi ser wan de kiriye û şewitandiye. Di encama şewitandinê de her sê penaber canê xwe ji dest didin.    KOMKUJÎ PILANKIRÎ BÛYE    Piştî bûyerê tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatine kirin û raporek ku dibêje ji ber ceyranê şewat derketiye amade kirine. Lê xwediyê kargehê biguman nêzî meseleyê dibe, dixwaze lêkolîn were kirin û paşê derdikeve holê bi zanebûn hatiye şewitandin. Piştî vê bûyera hovane kujer 10 roj şûn ve ji birîndarkirina du kesan tê binçavkirin û di îfadeyên dide de li xwe mikûr tê ku wî her sê penbarên Sûriyê şewitandiye.    DI JÎTEM’Ê DE XEBITÎ YE   Kujerê di îfadeyên daye polîsan de li xwe mikûr hatiye ku wî bi hestên nijadperestiyê qetliyamê pêk aniye. Di salên 2000’î de wextê ku li leşkeriyê bûye fermandek wî vexwendiye nava JÎTEM’ê û demek di operasyonên veşarî yên JÎTEM’ê de cih girtiye. Kujer operasyonên beşdar bûye îdia kiriye ku tiştên pêk anîne wek “raza dewletê” ye û eşkere nekiriye. Kujer ji sûcê “kuştina pilankirî” hat girtin.    Malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku di demên dawî de cihêkarî û nijadperestî derketiye asta herî jor û banga bicihanîna edaletê kirin.    CIHÊKARÎ TÊ KIRIN    Kekê Muhammed el-Bish, Ahmet El-Bish diyar kir ku bûyer bi hestên nijadperestî pêk hatiye û ev yek xeternak e û ew her tim rastî nêzîkatiyên cihêkarî tên û hin kes nijadperestî û cihêkariyê li wan dikin.    DIXWAZE CEZAYÊ GIRAN LI KUJER WERE BIRÎN    El-Bish anî ziman ku li cihê kar ew her tim bi tevgerên cihêkariyê re rûbirû dimînin û ew dixwaze ku kujer cezayê herî girankirî bistîne. Elbish bang li saziyên mafê mirovan û siyasî kir û ew dixwazin edalet pêk were.    'NIJADPERESTÎ ZÊDE DIBE’   Kekê Ahmed Al-Alî, Hüseyin Al-Ali jî da zanîn ku hestên cihêkarî, kîndarî û nefretê di nava civakê de hatiye bicihkirin û di demên dawî de li hemberî wan nijadperestî derketiye asta herî jor û ew ji vê jiyana xwe ne kêfxweş in û tevî vê yekê jî neçarin ku ji vê jiyanê razî bimînin. Al-Alî destnîşan kir ku bûyera hatiye serê wan hovane û xeternak e û ew dixwaze ji bo birayê wî û hevalên wî edalet pêk were.    DAXWAZA EDALETÊ    Kekê Mamoun al-Nabhan’ın, Ahmed al-Nabhan jî wiha got: “Tişta ku qewimî ye hovîtî ye û bêwîjdanî ye. Ewqas jî hovîtî nabe. Em dixwazin edalet bicih were.”    MA / Tolga Guney - Hakan Yalçin