Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn 2021-12-23 13:48:17   STENBOL - 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, biryara berdewamkirina girtina karsaz Osman Kavala da.   Karsaz Osman Kavala yê yekane girtiyê ji doza Parka Geziyê û Çarşiyê di lêkolîna girtina wî ya li ser dosyayê de biryara berdewamkirina girtina wî hat dayîn.    13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê herî dawî di danişîna 26’ê Mijdarê hatibû dîtin de bi zêdetirî dengan, biryara berdewamkirina girtina Kavala dabû. Îtîraza parêzeran ya li dijî biryarê jî ji aliyê 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 10’ê Mijdarê de hatibû redkirin.    Wê danişîna Kavala ya din di 17’ê Çileya 2022’an de were dîtin.