‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’ 2021-12-23 13:58:14   MÊRSÎN - ÎHD û WKEMDD'yê, ji bo faîlên komkujiyan werin darizandin, bang kirin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Girtiyên Berê û Wernicke Korsakofiyan re (WKEMDD) têkildarî komkujiyên di meha Kanûnê de pêk hatine li avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Me komkujiyên 19’ê Kanûnê ya girtîgehan, 24’ê Kanûnê ya Mereşê, 28’ê Kanûnê ya Roboskê ji bîr nekirin, em nadin ji bîr kirin” hat daliqandin. Endam û rêveberên HDP’ê, DBP’ê, TJA’yê, OHD’ê û HDK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Berdevkê WKEMDD’yê yê Çûkûrovayê Sitki Keçecî, qala komkujên di 19’ê Kanûnê de li girtîgehan pêk hatin kir û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Zeyneb Benlî jî qala Komkujiya Mereşê kir û xwest berpirsyarên komkujiyê werin darizandin.