Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn 2021-12-23 15:19:53   AMED - Li rêveberê Komeleya Sarmaşik ku bi KHK’ê hatibû girtin a bi xizaniyê re têdikoşiya, Selîm Olçer û endamên wê Mahmût Erînç û Haydar Kiliçoglû 2 sal û mehek cezayê hefsê hat birîn.    Komeleya Têkoşîna li dijî Xizaniyê û Geşepêdana Domdar ku di sala 2006’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêxisitinên sivîl ên li bajêr ve hat avakirin û welatiyê jî piştevaniya wê kir, di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. Li rêveber û endamên komeleyê ku alîkarî dan zêdeyî 4 hezar mirovên hewcedar, cezayê hefsê hat birîn.    Danişînên doza Endamê Lijneya Rêveber ê komeleyê Selîm Olçer û endamên wê Mahmût Erînç û Haydar Kiliç ku bi hêceta alîkarî dane hin xizmên PKK’yiyan bi sûcdariya “Têvî ne endamê rêxistinê ne jî bi zanebûn û bi vîna xwe alîkarî dane rêxistinê” dihatin sûcdarkirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê cuda cuda hatin dîtin.    2 SAL Û MEHEK CEZA BIRÎN   Dozgeriyê di mutaalaya xwe de îdia kir ku Komeleya Sarmaşikê alîkariya malbatên PKK’iyan û malbatên nêzî PKK’ê kiriye û bi vî awayî “mirov qezencî rêxistinê kirine”. Dozgeriyê diyar kir ku têkildarî vê yekê Miduriyeta Polîsan a Amedê raporeke ku agahiyên malbatên alikariya wan hatiye kirin amade kiriye. Dozgeriyê bi hêceta ku piraniya xêrxwazan û kesên di rêveberiya komeleyê de dosyayên wan ên ji ber PKK’ê hene yan jî xizmên wan bi rêxistinê re di nava têkiliyê de ne û bi rêxistinê re têkildar in xwest ku bersûc bi sûcdariya “Tevî ku ne endamê rêxistinê ne bi zanebûn alîkarî dane rêxistinê” bên cezakirin.    Dadgehê, ewilî li Endamê Lijneya Rêveber ê komeleyê Selîm Olçer û endamên wê Mahmût Erînç û Haydar Kiliç 5 sal cezayê hefsê birî. Dadgehê pişt re ceza kêm kir û li 3 kesan 2 sal û mehek ceza birî.