HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-12-23 16:30:44   RIHA - Meclîsa HDK’ê ya Mûglayê, serdana malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne kir û piştgirî da çalakiyê.    Serdanên çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin ku di roja 290’emîn de didome, berdewam dikin. Meclîa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mûglayê serdana malbatê kir. Malbatê şandeya HDK’ê bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    Malbatê derbarê têkoşîna xwe ya edaletê ku didomînin û komkujiyê de şandeya HDK’ê agahdar kir. Hevberdevka HDK’ê ya Mûglayê Dîlek Gokçîn, diyar kir ku Nobeta Edaletê dikeve roja 290’emîn de û wiha got: “Dayika Emîne hêj li pêş vê edliyeyê nobetê digire. Dadger û dozger her roj li rex Dayika Emîne re derbas dibin. Ew tenê edaletê dixwaze. Ev doz di wijdana herkesê de bûye birînek.”   Gokçîn, Nobeta Edaletê ya malbat bênavber didomîne weke “Nobeta Edalet û Wijdanê” penase kir û wiha berdewam kir: “Em li cem dayika Emîne û birayê xwe Ferît in. Em dixwazin weke Meclîsa HDK’ê ya Mûglayê bibêjin ku dengê we ji rojavayê welat dibihîzin û ji ber wê em li vir in. Em li vir careke din diyar dikin ku em ê şopdarên vê dozê bin û heta ku rastî derkeve holê em ê bi bîr bînin.”   ‘MALBAT SEMBOL E’   Gokçîn, bi lêv kir ku malbata Şenyaşar ji bo kesên daxwaza wan a edaletê hene semboleke û wiha pê de çû: “Ev bûyer sembola têkiliya dewletê ya bi hevkarên xwe yên herêmî ye. Ev doz binpêkirina dewletê ya hiqûqa xwe ye û ji bo gelê kurd peyameke ku ‘Dema dem û cih hat êz ê ne hiqûqê ne jî edaletê bihêlim e.’”   Gokçîn, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dayik Senyaşar di heman demê de sembola berxwedana dayikeke Kurd e ku 3 ferdên malbata xwe winda kir û kurê wê 37 sal ceza lê hate birîn. Dayika ku li vê sarmayê li vir disekine, ji 9’ê Adarê ve dibêje ku ‘ev bendewarî heta ku bigihe heqîqetê wê bidome.’ Em ê li cem wan bin û şopdarên vê dozê bin.”   ‘DIVÊ EDALET PÊK WERE’   Nûnerê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya EGE'yê (EGE TUHAY-DER) Kemal Koç jî diyar kir ku silavên gelê Mûglayê ji malbatê re anîne û wiha got: “Em bêhiqûqiya li dijî malbatê şermezar dikin. Divê demildest edalet pêk were û ev bihiqûqî were bi dawî kirin.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Ferît Şenyaşar ê spasiyên xwe pêşkeşî şandeya HDK’ê kirin û wiha axivî: “Têkoşîna me êdî di rojeva hemû Tirkiyeyê de ye. Ji Qersê ji bo piştgiriya têkoşîna me hatibûn îro jî ji Mûglayê şandeyek hat. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em di demsala zivistanê de ne lê bi biryar in. Ji bo malbata Şenyaşar ji bo herkesê edalet. Serdana şandeya hatiye ji bo me jiyanî ye.”   Şandeya HDK’ê, demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt û ji qadê veqetiya.