Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan 2021-12-23 17:24:22     AMED - Hamdîn Demîrkiran ku tevî cezayê xwe temamkiribû jî berdana wî dihat taloqkirin, piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan.    Hamdîn Demîrkiran ê ku di sala 1991’ê de li Amedê hate girtin û li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) cezayê muebetê lê hate birîn, piştî 30 sal û 3 mehan ji girtîgehê derket. Cezayê Demîrkiran di 23’yê Îlonê de qediya. Lê belê tevî ku Desteya Şopandinê ya Îdareya Girtîgehê (CÎK) jê re got ‘di rewşa baş de ye’ jî Dadgeha Înfazê biryareke din da û dema berdanê ya Demîrkiran 6 mehan dirêj kir. Piştî ku serlêdana ji bo Demîrkiran a li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Balikesîrê hate redkirin, parêzerên wî ji bo Demîrkiran bê berdan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.    Beriya biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bê dayîn, dema nirxandinê ya 6 mehan a CÎK’ê ya ji bo girtiyên li girtîgehê daxistin 3 mehan. Demîrkiran ê 3 mehên wî qediyan, ji Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê hat berdan.