Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin 2021-12-24 09:11:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Cengîz Dogan ku li Girtîgeha Şakranê girtî ye ji DFG'ê re nameyek şand û binpekirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Dogan, diyar kir ku 3 cezayên dîsiplînê lê birîne, înfaza wî şewitandine û berdana wî ji sala 2023'an taloqî 2028'an kirine.    Li girtîgehan astengkirina berdana girtiyên ku cezaye wan qediyane û hatine ber qedandinê ya bi destê lijneyên çavdêriyên girtîgehan berdewam dike. Rojnamegerê girtî Cengîz Dogan jî bi vê aqûbetê re rû bi ma. Cengîz Dogan, dema ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê rojnameya heftane ya bi navê "Mavî ve Kent" çap kiriye, di sala 2009'an de ji dozên "KCK Mardîn" û "KCK Şirnexê" hatiye girtin û 21 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Dogan, niha li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Şakranê girtî ye û diviyabû ku di sala 2023'an de bihata berdan. Lê rêveberiya girtîgehê 3 cezayên dîsiplînê lê bêriyê û berdana wî taloqî 2028'an kiriye.    Derbarê vê rewşa xwe de Rojnameger Dogan ji Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) re nameyek şand û binpekirinên mafan ên li girtîgehê ragihand.    CEZAYÊ WÎ 5 SAL ZÊDE KIRIN   Dogan, di destpêka nameya xwe de têkildarî xebatên xwe yên rojnamegeriyê û dozên lê hatine vekirin de agahî dide. Dogan, diyar dike ku ji ber xebatên xwe yên siyasî û rojnamegeriyê di sala 2009'an de hatiye girtin û ev tişt dibêje: "Di nîsana 2009’an de ji dozên "KCK Mardîn" û "KCK Şirnexê" hatim girtin û ji wê deme ve girtî me. Tevî hin dosyayên min ên ji sala 2003’yan heta 2009’an bi giştî 21 sal ceza li min birî ne û niha hukumxwar im. Îca ev jî  ne bes bû; di sala 2020’an de min 3 cezayê dîsîplînê û hucreyê girt. İnfaza min jî şewitandin û 5 sal cezayê min zede bû. Tehliyeya min a asayî 2023 ye! Lê tehliyeya min taloqî tebaxa 2028’an kirin. Parêzerê min (ji Baroya Amedê) bû, lê belê wî jî dosyaya min baş neşopand û ji ber ku di dema xwe de encama Dadgeha Destûra Bingehîn ji min re ranegihand, mafê min ê serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewopayê (DMME) ji dest çû."   JI ER RADYOYÊ 23 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ BIRÎNE   Di nameya xwe de Dogan, destnîşan dike ku zêdetirî 2 salan e rojnameyên mîna Xwebûn, Yenî Yaşam, Atilim û bi giştî weşanên kurdî û muxalîf nadine wan û wiha dibêje: "Bi tu awayî kovarên ku bi koliyan (PTT) werin nadin me. Kovarên ku em dixwazin (Taybetî yên muxalîf û kurdî) bi pereyê xwe bistînin jî; ji ber ku di lîsteya wan diyar kiriye de tune ye dibêjin,'Em nikarin vê kovarê bînin, qedexe ye'. Herî dawî beriya 3-4 mehan hemû radyoyên me kom kirin. Komkirin jî nebes bû; ji bo ku radyo li cem min hebû carekê ji bo 15 rojan û carekê jî ji bo 8 rojan cezayê hucreyê dan min. Niha tenê radyoyên FM hene. Dîsa kanalên TV’yê hemû yên medyaya alîgir in, agahiyên rast encax em bi rêya malbatên xwe digirin. Ew jî pir bi sînor e! Pirtûkên ku ji derve bi rêya PTT/kolî werin bi sînor didin. Ji her pirtûkê tenê yekê didin."    'TIŞTÊN DEWLETÊ PÊ PEZNÊ XWE DIDE PÊK NAYÊN'   Dogan, dide zanîn ku bi hinceta pandemiyê hemû aktîvîteyên wan ên çandî-sportîf, kursên hunerî-pîşeyî hatine rawestandin û ev agahî dide: "Niha em li mezelên ku cihê 10-12 kesan e bi qasî 17-18 kesan dimînin. Gelek hevalên me li erdê radizin. Tenê tuwaletek û serşoyek heye. Dîsa hefteyê carekê tenê 10 kesan bi qasî 50 deqeyî derdixin gogê. Hevdîtinên girtî jî mehê tenê 2 caran pêk tê. Rexmî ku di qanûnê de dibêje, 'Hevdîtinek dikare heta saetek û nîvê were dirêjkirin' jî lê li vir em tenê 40 deqe hevdîtinên girtî pêk tînin! Dîsa kabîneyên telefonê bi dîmen û hemû mezelên edliyan bi cih kirine, lê belê li mezelên me bi cih nekirine û li gorî ku dibêjin wî mafî nadin me. Yanî gelek tiştên ku di çapemaniyê de dewlet pesnê xwe pê dide qet pêk nayên an jî ji bo me pêk naynin!"   NIKARE BAV Û XUŞKÊN XWE BIBÎNE   Di dawiya nameya xwe de Dogan, tîne ziman ku rêveberiya girtîgehê pûlên ku ji derve ji wan re tên şandin nade wan û bi van gotinan giliya dûrbûna ji malbata xwe dike: "Pirsgirêkeke me û malbatên me jî mişextkirina me ya girtîgeheke dûrî malbatên me ye. Mînak; ez ji Nisêbînê me. Dayik, bav, xuşk, bira û hemû malbata min li Nisêbîna Rengîn dimînin. Di sala 2012’an de min ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mişextî Îzmîrê kirin û ev nêzî 10 sal in li Îzmîrê hukumxwer im. Ji ber vê mişextiya dûr (Navberera Nisêbîn û Îzmîrê 1800 km ye) malbata min nikare were hevdîtina min. Di vir de hem mexdûriyetek aborî û hem jî mexdûriyetek civakî, malbatî, derûnî û fîzîkî dide avakirin! Ev 10 sal in min gelek caran ji Wezareta Dadê daxwaza sewqkirina girtîgeheke nêzî malbata xwe kir, lê belê her carê bi hincetên pûç û valan daxwazên min û malbata min hatin redkirin. Bifikirin ev 10 sal in bav û xuşkên min nikarin werin hevdîtina min lewre çûn û hatin 3 hzar û 600 km.ye."