Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye 2021-12-24 09:13:57   WAN - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tiştekî bê gotin nemaye. Ji lew re hiqûqa navneteweyî îzolasyonê wekî îşkenceyê pênase dike."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Tevî hemû bangawazî û hewldanan jî malbata wî û parêzerên wî nikairn hevdîtinê pê re bikin. Ji ber tecrîda ku her diçe kûrtir dibe 9 meh in bi tu awayî xeber jê nayê girtin. Ji xeynî vê li girtîgehan jî ji ber tecrîdê û binpêkirinên mafan gelek girtî jiyana xwe ji dest dan.    Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî, destnîşan kir ku Ocalan bi awayekî giran tê tecrîdkirin.    Ustercî, diyar kir ku îzolasyona ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di serdanên xwe yên Tirkiyeyê de tespît kiriye li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn û awayê herî giran ê vê îzolasyonê li Girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn. Ustercî, destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tam îzolasyonek e û got: "Ocalan û girtiyên din ên li wir di îzolasyoneke tam de ne. Haya tu kesî jê tune vê ka li hundir jiyanek çawa heye. CPT raporên xwe aşkere nake. Her wiha em bi awayekî aşkere dibînin ku tewsiyeyên ku di raporên hatine aşkerekirin de jî nayên pêkanîn. Ev hemû tên wateya tiştekî bê gotin nemaye, ji lew re hiqûqa navneteweyî îzolasyonê wekî îşkenceyê pênase dike."   BINPÊKIRINÊN ATK'Ê   Ustercî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Li gor daneyên ÎHD'ê di 11 mehên ewil ên salê de li girtîgehan ji ber nexweşînan û sedemên din herî kêm 22 girtî jiyana xwe ji dest dane û 6 girtî jî birîndar bûne. Li gor daneyên TÎHV'ê jî 9 girtî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane. Ev tablo dide der ku bê pirsgirêk çi qas giran in. Bi taybetî bi raporên ATK'Ê ragirtina girtiyên nexweş û taloqkirina cezayên wan binpêkirineke mafan a pir mezin e. Gava Covîd-19 dest pê kir, qanûna înfazê hat guherandin. Ji ber vê gelek girtî bi destûr ji girtîgehê hatin derxistin. Lê ev yek ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nehat pêkanîn. Girtiyên nexweş hem bi nexweşînên xwe hem jî bi talûkeya Covîd-19'ê re rû bi rû hatin hiştin. Ev yek dide der ku bê îqtidar çawa nêzî meseleya mafên mirovan dibe."    KRÎZEKE CIDÎ   Ustercî, destnîşan kir ku raporên tenduristiyê yên tên dayîn divê hemû ji aliyê Wezareta Dadê ve bên pêkanîn û nepêkanîna van raporan nayê qebûlkirin. Ustercî, diyar kir ku li girtîgehan nêzîkatiya ji bo girtiyan karneya mafên mirovan a wî welatî ye û got: "Tevî van raporan jî neberdana girtiyên nexweş, rewşeke xeternak e. Em parêzvanên mafên mirovan rayedaran hişyar dikin; Îqtidara AKP'ê bi temamî pêwendiya xwe ya bi mafên mirovan re qut kiriye. Ev krîzeke cidî ye. Ev tê wateya nehesibandina têgiha mafên mirovan û ev pêkanîneke ku gelek îqtidarên populîst wê dikin. Pêkanîna mafên mirovan bûye tiştekî îstisna û binpêkirinên mafên mirovan jî bûne pîvanek e."