Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin 2021-12-24 12:09:33   ENQERE - Bi biryara ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin re mal û milkên 770 kesî hatin desteserkirin.    Derbarê desteserkirina mal û milkên kesan de bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Nûredîn Nebatî di Rojnameya Fermî de biryareke hat weşandin. Li gorî biryarê, bi angaşta ku têkiliyê wan bi Cemaeta Gulen, PKK/KCK, MLKP, MKP, TKP-ML'ê re heye mal û milkê 770 kesî hat desteserkirin. Ji van 770 kesan 354 kes jê bi angaşta têkiliya wan bi Cemaeta Gulen re, 108 kes jê bi angaşta têkiliya wan bi PKK/KCK re, 119 kes jê bi angaşta têkiliya wan bi DAIŞ, Hîzbûllah, El Qaîde, Artêşa Tevhîd Selam a Qudsê re û 89 kes jê jî bi angaşta têkiliya wan bi DHKPC, MLKP, MKP, TKP-ML re heye mal û milkên wan hatine desteserkirin.