HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir 2021-12-24 12:34:12   ENQERE - Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî cejnên Noel û Yaldo pîroz kir.   Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP'ê, bi daxuyaniyeyeke nivîskî Cejna Noelê ya civaka xiristiyan û Cejna Yaldo ya gelê suryanî pîroz kir. HDP'ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em Cejna Noel a alema Xiristiyan û cejna Yaldo ya xelkê Suryanî, her wiha sala nû ji dil pîroz dikin û hêvîdar in ku sala nû aştî, wekhevî, edalet û azadiyê bi xwe re bîne. Gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, kedkaran, parêzvanên xwezayê saleke zehmet a berxwedana li dijî desthilatdariya AKP'ê ya otorîter li pey xwe hişt. Bi hêviya ku bibe welatekî azad û wekhev ê ji bo hemû nasname, çand, bawerî û zimanan, em têkoşîna xwe mezin dikin. Bi hêviya ku cejn hestên biratî û piştevaniyê xurt bikin, cejnên Noel û Yaldo pîroz bin."