Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e 2021-12-24 13:20:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji akademîsyenên Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî, diyar kir ku bêyî tevlîbûna Ocalan ne pêkan e ku tu proje li Rojhilata Navîn bi ser keve.    Ji akademîsyenên Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî, têkildarî rola Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêkên Rojhilta Navîn de ji Rojnewsê re axivî û tecrîd û komploya li dijî Ocalan nirxand. Berwarî, diyar kir ku Ocalan di encama siyaset û stratejiyeke navnetewî de hatiye girtin û armanca girtina wî jî wiha destnîşan kir: “Girtina Birêz Ocalan bi plan bû. Ew di encama siyaset û stratejiyeke navnetewî de hate girtin. Armanceke wan ji vêya hebû. Helbet niha baştir tê fêmkirin girtina wî ji bo nehiştina aşitî, aramî, azadî û demokrasiyê bûye. Ji bo careke din gelên Rojhilata Navîn bikevin qonaxeke din a tarî ya dîrokê vê yekê kirin.”   ARMANCA KOMPLOYÊ   Têkildarî girtîhiştina Ocalan de jî Berwarî ev tişt gotin: "22 sal e Rêber Ocalan di girtîgehê de ye û aşkera bûye ku ev yek ne di berjewendiya gelên Rojhilata Navîn de ye. Armanca wan a ji komployê ew bû ku êdî tu fikir û felsefeyeke din a weke alternatîfê bernema û projeyên wan dernekeve. Projeya netewa demokratîk û xweseriya demokratîk, ji bo îro projeyeke berfireh e. Projeyên rojhilatî an jî rojavayî yên niha li Rojhilata Navîn çareseriyê li gel xwe nayênin. Ji ber vê mirovahî û gelê kurd ê xwedî wijdan, 22 sal in hewl didin Birêz Ocalan azad bibe.”   'DIVÊ OCALAN AZAD BIBI'   Berwarî, da zanîn ku Ocalan li gorî qanûnên navnetewî nehatiye girtin û wiha pê de çû: "Ocalan li gorî qanûnên navnetewî ne hatiye girtin. Girtina wî derveyî qanûnên navnetewî ye. Ji ber vê jî eger kurd ji aliyê qanûnî ve jî li ser kar bikin, dikarin Ocalan azad bikin. Niha hem Komîteya ‘Ji Ocalan re Azadî’ hem jî hinek saziyên navnetewî li dijî tecrîdê hewldan dimeşînin. Eger dewletên mezin ên navnetewî weke îdîa dikin naxwazin xwîna mirovahiyê birêje, dixwazin aramî li Rojhilata Navîn mayînde bibe û berjewendiyên hemûyan bi hev re têde bên parastin, divê wê demê Ocalan azad bibe.”   'BÊYÎ OCALAN NEPÊKAN E'   Di dawiya axaftina xwe de Berwarî, bi lêv kir ku Amerîka, Brîtanya, Îsraîl, Fransa û dewletên NATO’yê gihîştine wê qenaetê ku bêyî azadiya Ocalan û PKK’ê tu çareserî li Rojhilata Navîn pêkan nabe û ev nirxandin kir: "Hemû jî gihîştine wê qenaetê ku bêyî Ocalan û PKK’ê çareserî li Rojhilata Navîn çênabe. Tu planeke ku PKK û Ocalan li Rojhilata Navîn ji derveyî wê hatine hiştin serneketiye.”