Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye 2021-12-24 14:03:35   AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîd, tercîheke bêhiqûqî û polîtîk e. Bi vê ser pirsgirêka herî bingehîn a welat tê girtin. Hemû pisgirêk ji tecrîdê çêdibin."    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya HDP'ê ya Amedê derbarê rojeva jinan a sala 2021'an de civîna çapemeniyê li dar xist.    'ME XWE JIN TÊKOŞÎNÊ VENEGIRT'    Başran, diyar kir ku sala 2021'ê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê demeke dirêj e, ji bo gelê kurd, ji bo jinan, ji bo kedkaran, ji bo xizanan û ji bo ciwanan ji aliyekî ve ku civak bi krîza pandemîk re têdikoşe, ji aliyekî ve krîza aboriyê kûr dibe, pêkanînên antî demokratîk li hemû qadên jiyanê belav dibe têdikoşe. Ayşeyê, wiha axivî:"Em rojên dawî yên sala 2021'ê dijîn. Komkujiyên jinan zêde û pir dibin, ev yek bi rêbazên hovane yên DAIŞ'ê pêk tê û pratîka bêhiqûqî ya li girtîgehan ji salên 80'î hîn bêhtir hat kirin. Di sala 2021'ê de me saleke kûrtir derbas kir. Sala 2021'ê jî weke saleke ku tecrîd bê encam maye û kûr bûye derbasî dîrokê bû. Bêguman dema bêhiqûqî, êrîş, pêkanînên antîdemokratîk, tesfiyekirina siyaseta demokratîk, komkujiyên li hemberî jinê hatin kirin, weke HDP'ê ji bo hilweşandina vê rejîma yekzilamî ya li kolanê, li qadan, li febrîqeyê, me xwe ji têkoşînê venegirt."   'BI TECRÎDÊ BÊHIQÛQIYÊ KÛRTIR KIRIN'    Di berdewamê de Başaran, destnîşan kir ku di sala 2021'an de tecrîd teqez bûye û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Ji sala 1999'an ve tecrîdeke mutleq li ser Birêz Ocalan heye. Bi taybetî ji ber atmosfera siyasî ya ku di serdema dawî de em ketinê, bi mehan e tu têkilî bi Birêz Ocalan re nehatiye danîn. Li gel bangewazîyên bi israr ên malbat, parêzer û siyasetmedarên wî û xwestina nêrînan. Di vê pêvajoyê de bêdengî û kûrkirina bêhiqûqiyê berdewam kir. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tercîheke siyasî ye. Em dizanin ku pirsgirêka herî bingehîn a vî welatî hewl dide vê nedîtbar bike. Pirsgirêka herî bingehîn a vî welatî bi israr bê çareserî tê hiştin. Hemû pirsgirêkên ku li derdora wê pêş dikevin di rastiyê de ji ber tecrîdê pêk tên. Ev demeke hikûmet çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk sekinandiye, bi israr pirsgirêka herî bingehîn a welêt xetimandiye."   Başaran, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin:   "Sedema kaosa di nav Tirkiyeyê de ji ber polîtîkaya yekzilamî ya hikûmetê ye. Neçareserbûna pirsgirêka kurd dibe sedema kûrbûna krîza aboriyê ya li vî welatî, teşhîrkirina neteweperestî, mîlîtarîzm, polîtîkayên şer, zêdebûna şer û şîdeta li hemberî jinê, vegera li civakê weke xizaniyê, vegera li xwezayê weke hilweşîna ekolojîk e. Di vê bêçaretiyê de desthilatdarî hewl dide rabe ser piyan, bi manîpulasyonên cuda civakê bixapîne, têgihiştinên xwe berovajî bike. Sedema bingehîn a vê krîza aborî ya mezin ku me di serdema dawî de jiyane, di rastiyê de polîtîkaya yekzilamî ya hikûmetê ye, polîtîkayên şer e. Dema ku civak bi birçîbûnê re rû bi rû ye, jin bi hejariyê re rû bi rû ye. Her roj jin bi bêkarî û xizaniyê re li ber xwe didin, li gundên Êlihê av bi mehan e qut dibe, desthilatdarî li hêza derve digere. Em dixwazin careke din ji wan re rave bikin ku yekane hêza derve ya li vî welatî, desthilatdarî bi xwe ye.   LI GIRTÎGEHAN ZIHNIYETA ESAD OKTAY DIMEŞÎNIN    Tam jî ji ber van polîtîkayên tecrîdê em di meha dawî ya salê de bi rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş re rû bi rû man ku bi rastî jî birîneke mezin li ser wijdanê civakî çêbûye. Tenê di nava 10 rojan de ji girtîgehan bi giştî 7 cenaze hatin wergirtin. Du jê Garîbe Gezer û Vedat Erkmen bûn ku bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Serpêhatiyên Garîbe, îşkenceya li wê hat kirin, êrîşa zayendî li tevahiya raya giştî bû. Ji hiqûqnasan re name şand, hewl da bi rêya malbata xwe dengê xwe bide bihîstin. Di hucreya yekkesî de ma. Bi îşkenceyê re rû bi rû maye û piştre bi gumanbarî jiyana xwe ji dest daye.    Em baş dizanin ku sûcdarê sereke polîtîkayên dijminane yên hikûmetê yên li dijî xwe û kurdan e. Ev ne cara yekê ye ku em nêzîkatiyekê di dîroka Tirkiyeyê de dibînin. Em salên 80 'î bînin bîra xwe. Kenan Evren digot , ' Bila daliqînin lê nedin hewandin ' . Yê ku li Amedê îşkence li hezaran girtiyên siyasî kir Esat Oktay bû. Îro Esat Oktay di girtîgehan de ye û Kenan Evren jî berpirsê desthilatdariyê ye.   GEL JI AYSEL TÛGLÛK RE AZADIYÊ DIQIRÎN   Her wiha bêhiqûqî û îşkenceya li girtîgehan ku yek ji mînakek berbiçav jî Aysel Tugluk e. Piştî ku dayika wê bi rengekî hovane ji gorê hate derxistin, pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tûglûk roj bi roj zêde bûn. Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê ragihand ku Aysel Tûglûk "nikare di girtîgehê de bimîne". Mîna girtiyên din ên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane. Ya rast, hemû li nexweşxaneyên fakulteyê weke "nikarin li girtîgehê bimînin" hatin ragihandin. Lê belê ATK bi hincetên siyasî tev digere û dibe wesîleya ragirtina girtiyan a li girtîgehê, bi tenê 5 deqeyan bi Aysel Tûglûk re rû bi rû ma û ragihand ku ew dikare 'li girtîgehê bimîne'. Aysel di hucreya yek kesî de hat ragirtin. Îro Aysel bi van pêkanînan zêdetir bîrdariyê winda dike, civak her roj hinekî din wijdanê xwe winda dike. Ji ber vê yekê jî raya giştî ya demokratîk, di serî de jin ji Aysel Tûglûk re azadiyê diqîrin.   SALA 2021'AN BÛ SALA KOMKUJIYA JINAN    Di sala 2021'ê de hikûmetê bi biryara yek kesî ya şevekê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Hemû mekanîzmayên bêfonksiyon kir. Her tim destekê dide mêran. Di rastiyê de em îro dikarin van pêkanîn û pratîkên di bûyerên şîdeta li hemberî jinê de bibînin. Erdogan beriya niha di nava raya giştî de gotibû , " Jin û mêr nikarin bibin yek". Got "di xwezaya wan de wekhevî tune ye". Em careke din bang dikin û dibêjin qetilkirina jinê encama polîtîkayên we ne."