Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin 2021-12-24 15:22:13   ŞIRNEX - Ji ber barîna berfa zêde li Şirnex û navçeyên wê, rêyên 20 gundan hatin girtin.   Ji ber barîna berfa zêde li Şirnex û navçeyên wê yên Elkê û Qilebanê, rêyên 20 gund û 6 mezrayan hatin girtin. Tîmên Îdareya Taybet ên Şirnexê ji bo vekirina rêya 4 gundan û 2 mezrayên girêdayî navendê, 15 gund û 4 mezrayên girêdayî navçeya Elkê û gundekî girêdayî navçeya Qilebanê, xebatên xwe didomîne.