Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2021-12-24 16:55:16 AMED - Li Bismilê Reyhan Dîrekçî ya di êrişek çekdarî ya li dibistanekê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Uluturk ê bi ser navçeya Bismila Amedê ve li Lîseya Anadolû ya Fatîhê êrişek çekdarî derket. Di êrişê de Reyhan Dîrekçî ya ku diçe pola 11’an birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê tevî hemû mudaxileyên tibî jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Dîrekçî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.    Hat îdiakirin ku xizmek Dîrekçî ku hatiye dibistanê êriş pêk aniye.