Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin 2021-12-25 09:38:47   STENBOL - Veysî Eskî yê parêzerê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da û malbata Gezer, li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeyê kirin, ji ber ku biryara veşarî daniye ser dosyeyê.    Dosyeya lêpirsîna derbarê Garîbe Gezer a ku di 9'ê Kanûnê de li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê jiyana xwe ji dest da, ji parêzerên wê tê veşartin.    Berê bi hinceta li odeya bisînger zirar daye malê girtîgehê di 11'ê Tebaxê de îfadeya Gezerê hatibû girtin. Gezerê di îfadeya xwe de rgaiahndibû ku gardiyanan dest dirêjî wê kiriye û bi awayekî sîstematîk hatiye îşkencekirin. Lê dozgeriyê lêpirsîn nedabû destpêkirin. Dozgerê ku guh li îfadeya Gezerê nekir paşê bû dozgerê dosyeya derbarê mirina wê de. Dozger, derbarê her du dosyeyan de jî biryara veşarî da. Ji ber vê parêzerên Gezerê û xwişka wê Asya Gezer ji bo rakirina vê biryara veşarî serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Kocaeliyê dan. ,   Parêzerê malbatê Veysî Eskî li Serokatiya Komîsyona Edaletê ya Daraza Edlî ya Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) giliyê dozgerê dosyeyê kir, ji ber ku biryara veşarî daniye ser dosyeyê.    HEMÛ TIŞTÊN DOZGER DIJÎ HIQÛQÊ NE   Eskî bal kişand ser xala 153'yan a CMK'ê û destnîşan kir ku biryara veşarî ya li ser dosyeyê dijî hiqûqê ye. Eskî, da zanîn ku dozger dixwaze biryara ceşarî bê dayîn, lê belê ev girêdayî biryara dadgeriyê ye û her wiha ev xal diyar dike ku mafê parêzer heye ku naveroka dosyeyê bibîne û vekole, lê belê bi biryara veşarî ev maf hatiye xespkirin.    Eskî, destnîşan kir ku vê yekê di serlêdana xwe ya ji bo gilîkirinê de anîne ziman û biryara veşarî ya derbarê Gezerê de jî di vê çaçroveyê de ye.    BINPÊKIRINA PEYWIRÊ Û SÛC   Eskî, anî ziman ku dozger têkildarî destdirêjî û îşkenceya li Garîbe Gezerê hatiye kirin tu tişt nekiriye û bi biryara veşarî ya ji bo dosyeya têkildarî mirina biguman a Garîbe Gezerê bêalîbûnê binpê kiriye. Eskî got: "Wekî ku di rêgeze aetîka darazê de jî tê diyarkirin, bêalîbûn tenê têrê nake. Di heman demê de divê dozger wekî bêalî xuya bikin. Ev berpirsiyariyeke etîkê ye. Dozgerê Komarê yê giliyê wî hatiye kirin hem peywir îhmal kiriye hem jî sûc kiriye. Her wiha nirxên etîkê jî binpê kiriye."     Eskî, xwest derbarê dozgerê navborî de tahqîqat bê kirin, ji lew re hem peywira xwe binpê kiriye hem jî bi biryara veşarî mafê parastinê sînordar kiriye.   Eskî xwest ku dosye ji dest vî dozgerî bê derxistin.    MA/ Mehmet Aslan