Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest 2021-12-25 14:01:27   STENBOL - Birayê Îsmaîl Bahçecî yê beriya 27 salan hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, Ûmût Bahçecî, bi xwendina helbesta kekê wî nivîsandî, daxwaza edaletê kir.    Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 874’emîn ku bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîlên wan bên cezakirin li dar dixin, bi awayekî online pêk anîn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta xwendekarê Dibistana Bilind ê Weşan û Çapemeniyê yê Zanîngeha Marmarayê Îsmaîl Bahçecî yê di 24’ê Kanûna 1994’an de piştî li Stenbolê hat binçavkirin bi darê zorê hat windakirin, pirsîn.    Birayê Bahçecî, Ûmût Bahçecî diyar kir ku birayê wî li Leventê ji aliyê 4 kesan ve bi darê zorê li wesayîtê hatiye siwarkirin û revandin. Bahçecî, bi lêv kir ku piştî birayê wî hat revandin, kesek li wan geriyaye û gotiye ‘kurê we hat binçavkirin, lê xwedî derkevin’. Bahçecî, anî ziman ku piştî telefonê çûne dozgeriyê û wiha got: “Em çûn 2’yemîn şaxa siyasî ya Gayrettepeyê. Ji me re gotin ‘kesekî wisa neanîne vir’. Tu caran binçavkirina wî qebûl nekirin.”   DEWLETÊ DA WINDA KIRIN   Bahçecî, dazanîn ku beriya kekê wî were revandin polîsan du hefteyan carekê bi ser mala wan de digirtin û wiha berdewam kir: “Her tim pirsa Îsmaîl dikirin. Digotin ‘heke ji xeynî me hin kesên din wî bibînin wê nebaş be.’ Hem gef dixwarin hem jî malbat aciz dikirin. Dewletê kiribû hişê xwe de ku Îsmaîl winda bikin. Bi her awayî înkar kirin. Me weke malbat têkoşîna vê da, em didin û em ê bidin jî. Heta ku em hemû windayan bibînin em ê dengê xwe li her qadê bilind bikin.” Bahçecî, helbesta bi navê “Dayik (Ana)” ya beriya ku birayê wî birevînin nivîsandibû jî xwend.      FAÎL TÊN XELATKIRIN   Pişt re Mirova Şemiyê Salîha Şanli axivî û xwest ku aqûbeta Bahçecî were aşkere kirin û faîlên wî yên tên parastin bên darizandin. Şanli, anî ziman ku peywîra xwe ya hiqûqî bi cih neaniye û wiha got: “Hemû serlêdanên têkildarî windakirinên di bin çavan de bê encam dimînin.”   ÎŞKENCEYÊN GIRAN DÎTIN   Şanli, dazanîn ku dema Bahçecî hat qetilkirin dixwestin ciwanên zanîngehê bêxin bin kontrola xwe û wiha berdewam kir: “Di serê salên 90’î xwendekarên zanîngehê, li dijî pergala YOK’ê xwe birêxistin dikirin û komele ava dikirin. Îsmaîl Bahçecî jî di nava vê rêxistinkirinê de cih girt û serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê bû. Gelek zext li wî hatin kirin. Gelek caran hat binçavkirin û îşkenceyên giran dîtin. Di sala 1993’yan de biryara girtina wî hat derxistin û polîsan dest bi lêgerîna wî kirin.”   Şanli, bal kişand ku polîsan piştî 24’ê Kanûnê roja Bahçecî hat revandin, careke din bi ser mala wan de negirtin.    DI BIN ÇAVAN DE GEF XWARIN   Şanli, gotinên kesekî piştî windakirina Bahçecî salekê li Enqereyê hat binçavkirin bi bîr xist û wiha domand: “Ji vî kesî re gotine ‘Em ê te jî weke Îsmaîl Bahçecî winda bikin’. Şandli bang li desthilat û darazê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Windakirina di bin çavan de, heta ku aqubet û cihê kesê/a bê windakirin veşartî bê hiştin, sûcekî ku dewam dike ye. Wezîfeya xwe ya aşkerakirina cihê cenazeyê Îsmaîl Bahçecî û hemû berpirsyarên sûcê li dijî vê mirovahiyê li gorî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî bi cih bînin.”