Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan 2021-12-25 14:34:44 ENQERE - Li avên bejahiyê yên Yewnanîstanê yên derya Egeyê piştî ku keştiyek noqî avê bû du kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara penaberên di deh rojan de li heman herêmê jiyana xwe ji dest dan derket 16’an.    Parastina Peravê ya Yewnenîstanê aşkere kir ku duh bi şev li girava Parosê di qezayeke keştiyekê de 2 kes xeniqîn û 57 kes hatin xelaskirin.    Rayedarên yewnan li bakurrojavayê giravê, ku xirbeyê keştiya sêyemîn a penaberan lê bû, dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Atînayê di keştiyê de 80 kes hebûn û agahî nehat dayîn bê keştî çawa noqî avê bûye.    DI KEŞTIYÊ DE 11 CENAZEYÊN PENABERAN HATIN DERXISTIN   Rayedarên Yewnanîstanî dan xuyakirin ku wan beriya du rojan ji enkaza keştiyeke din 90 kes rizgar kirine û xwe gihandine cenazeyên 11 kesan. Heftiya borî jî aktîvîstekî Iraqî gotibû ku kesekî ku ji Herêma Kurdistan bi rê ketî û di keştiyê de bû, li wî geriyaye û gotiye keştiya wan ber bi noqî avê bibe ye.    HEJMARA MIRIYAN DERKET 16’AN   Ji bo koçber û penaberên ji Afrîka, Rojhilata Navîn û wêdetir, Yewnanîstan yek ji rêyên bingehîn ên Yekîtiya Ewropayê ye. Hejmara kesên di kêmtirî deh rojan de di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan, gihişt 16’an.