Dest danîn ser nivînên girtiyan 2021-12-25 16:17:52   STENBOL - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê bi serdegirtina qawişan, li girtiyan dane û dest danîne ser nivîn û balifên wan.    Mazlûm Korkmaz, ê li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê tê ragirtin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên ji malbata xwe re ragihand. Birayê Korkmaz, Mûhammed Korkmaz diyar kir ku 20-30 gardiyanan di 20’ê Kanûnê de bi ser qawişên girtiyan de girtine û bêhêcet dest danîne ser nivîn û balifên wan.    Korkmaz, dazanîn ku gardiyanan li girtiyên li hemberî destdanîna nivînên xwe derketine dane û wiha got: “Ligel ku birayê min nexweş e jî dermanên wî nayên dayîn. Wekî din 4 girtiyên din ên nexweş hene. Wan jî nabin nexweşxaneyê. Birayê min got rewşa wan jî giran e. Hema bêja nikarin rabin ser xwe.”   Korkmaz, anî ziman ku girtiyên ji DAIŞ û Cemaeta Gulen di nava qawişên girtiyên siyasî de hatine bicihkirin û destnîşan kir ku hevdîtinên vekirî yên li gelek girtîgehan dest pê kirine, hêj li Girtîgeha Rîzeyê dest pê nekirine.    LI SER KARTONAN RADIZIN   Korkmaz, bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, belavî hemû girtîgehan bûye. Korkmaz, diyar kir ku li gelek girtîgehan girtî li ser kartonan radizin û wiha berdewam kir: “Piştî serdegirtinê karton dane wan jî. Wan jî ev karton danîne ser ranzayan û wisa razane. Niha li her odeyeke girtîgeha lê dimîne 6 kes dimînin. Ji ber hejmar zêde ye 7 kes dimînin. Ev kesê 7’emîn betanî li erdê dirêj dikir û li ser radiza lê ji ber dest danîne ser nivînan niha li ser kartona dirêjî ser betonê kiriye radizê.”    KALORÎFERAN PÊNAXIN   Korkmaz, dazanîn ku ev yek hemû pêkanînên ji derveyî mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “Nameyên wî ji me re nayên. Kekê min dişine lê nagihin me û hevalên wî. Wekî din sewqê dixwaze lê sewq nakin. Ava gerim jî rast û dirust nadin wan. Ji ber ku got bi ava cemidî serê xwe dişon. Kalorîferan pênaxin.” Korkmaz, bi lêv kir ku li 4 girtiyên di girtîgehê de poşmantî hatiye ferzkirin ji ber qebûl nekirine, tevî cezayên wan qediyaye jî nayên berdan.