Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin 2021-12-25 17:21:19   WAN - Rêvebera TUHAY-DER’ê Edîbe Babûr ku serdana xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de kir xwest ku tecrîda li girtîgehan dibe sedema mirinan bê rakirin.   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê îro serdana Nobeta Edaletê kir.    ‘XWEDÎ DERKETIN PEYWÎRA ME YA HERÎ MIROVÎ YE’   Endama TUHAY-DER’ê Soylemez Keskîn ku di serdanê de axivî, diyar kir ku girtî di şertên tecrîdê de têkoşîna jiyanê didin û anî ziman ku divê rayedar derbarê girtiyên bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane civakê agahdar bikin. Keskîn, xwest ku herkesên xwedî wijdan pişgiriya çalakiya nobetê bikin û wiha got: “Girtiyên nexweş ne mijareke ku tenê xizmên girtiyan karibin lê xwedî derkevin. Girtiyên li girtîgehê tên ragirtin, ewladên hemû kurdan e. Li zarokên xwe xwedî derketin peywira me ya herî mirovî ye.”   ‘SEDEMÊ MIRINAN ŞERTÊN TECRÎDÊ NE’   Rêvebera TUHAY-DER’ê Edîbe Babûr jî bi lêv kir ku sedemê her cenazeyê ji girtîgehan derdikeve tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn û belavî her derê bûye ye. Babûr, bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Girtiyên me li hundir, em li derve di nava tecrîdê de ne. Sedema yekane ya vê yekê jî berdewamkirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Divê tecrîd bê rakirin û di zûtirîn demê de muzakere pêk bên.”