Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me 2021-12-26 09:08:44   ŞIRNEX -  Cerdevanên berê yên zarokên wan di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin û roja komkujiyê çek danîn, bal kişandin ser operasyonên derveyî sînor û destnîşan kirin ku her cara operasyonek eskerî çêdibe zarokên wan tên bîra wan.    Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di navbera gundê Bêjûh û Roboskiyê yên navçeya Qileban a Şirnexê de 38 gundiyên li sînorê Herêma Kurdistana Federe bombeberan kirin.  Di vê bombebaranê de 18 jê zarok 34 kes jiyana xwe ji dest dan. Gelek kesên jiyana xwe ji dest dan an berê cerdevanên bûn an jî xizmên wan ên ku heta niha cerdevan in.   Piştî komkujiyê li Roboskiyê gelek cerdevanan çekên xwe danîn. Ewilî Sûleyman Encû, Ahmet Encû û Hîkmet Encû ku di komkujiyê de zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, çek danîn.   ROJA KOMKUJIYÊ ÇEK DANÎN   Ji cerdevanên ku çek danîn yek jê Suleyman Encû ye. Encu, gava çek daniye gotiye: "Em ji pergala ku zarokên me qetil dike re xizmetê nakin." Di komkujiya Roboskiyê de kurê wî Cemal Encû yê 17 salî jiyana xwe ji dest daye.    Suleyman Encu, diyar kir ku bi darê zorê cerdevantî kirine û wî 19 salan cerdevantî kiriye. Encu, anî ziman ku wî di roja komkujiyê de çeka xwe daniye û gotiye "Ez xizmetê ji we re nakim."    Encu, ji wê rojê heta niha ji bo ku kiryarên komkujiyê bên dîtin û darizandin tedikoşe.    Suleyman Encu, destnîşan kir ku yekane berpirsê qetlîamê hikûmeta AKP’ê ye û got: “Di nava kesên hatin qetilkirin de biraziyê min jî hebû. Her 34 jî ji xwîna min bûn, zarokên min bûn. 10 salên me derbas bûn. Kurê min xwendekar bû û di sala dawî ya lîseyê de bû. Sala ku hat qetilkirin, ji bo biçe zanîngehê amadekarî dikir. Lê hemûyan qetil kirin."    'HER OPERASYON MIRIN Û KUŞTIN E'    Encu, bilêv kir ku piştî qetlîamê li şûna ku kiryar bên darizandin, ew ên ku hesabê komkujiyê pirsîn hatine darizandin. Encu, da zanîn ku kurê wî Vahît mamsote bûye, lê ji ber ku qetlîam şermezar kiriye hatiye girtin û paşê jî ji mamostetiyê hatiye îxrackirin. Encu, vê rewşê wekî "Xwestin dest û milên me girêbidin" şîrove kir û diyar kir ku heta kiryar hesab didin wê tevî zarokên xwe li ber xwe bidin.    Encu, destnîşan kir ku tekane rêya encamgirtina vê têkoşînê ew e ku hikûmeta AKP'ê rojek berî rojekê biçe.    Encu, got: "Kengî em dengê çek û topan bibihîzin, roja komkujiyê tê bîra me. Operasyon hê jî berdewam dikin. Her operasyon tê wateya mirinê. Heta em di xewnên xwe de jî komkujiyê dibînin. Piştî Roboskiyê heman komkujî li Silopiya, Cizîr, Hezex û Nisêbînê jî pêk hatin. Komkujiya Roboskî ji ber gelek komkujî çêbûn hat jibîrkirin. Zarokên 7 mehî hatin qetilkirin. Cenazeyê dayika Taybet 7 rojan li kolanê hat sekinandin."   'HETA  AKP HEBE DÊ EDALET NEYÊ'    Yek ji cerdevanên ku çek daniye jî Ahmet Encu ye. Di komkujiyê de kurê wî yê 22 salî Selam Encu jiyana xwe ji dest daye. Encu, da zanîn ku wî 19 salan cerdevantî kiriye.    Ahmet Encu got: "Min nikaribû bi kesên ku zarokên me qetilkirin re nobedê bigirim. Piştî komkujiyê fermandarê alayê bang li me kir û ji me re got; "Em ferz bikin zarokên we di qezeyekê de mirine.' Me jî ji wî re got, 'Heger di qezayê de miribûna em ev qas aciz nedibûn.' Piştî vê gotina me fermandar ji me re got, 'Em ê we bigirin û qetil jî bikin. Lê hûn nikarin tiştekî bikin.' Dema ku ez operasyonan dibînim aqilê min disekine. Em têdikoşin, lê fail nayên dîtin. Di van 10 salên borî de di jiyana me de tu guherîn çênebûn. Sal çi qas derbas bibin, êşa me jî ew qas mezin dibe. Çimkî her sal komkujiyeke nû çêdibe. Heta ku AKP'e hebe nebawerim ku edelet bê."    'ROBOSKÎ NE YA DAWÎ BÛ'    Hîkmet Encu ku 18 salan cerdevantî kiriye jî piştî komkujiyê çek daniye. Kurê wî Nevzat Encu di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye.    Encu, diyar kir ku wijdana wî rihet e ji ber ku wî çek daniye.    Encu got: "Ez nikarim bi wê pergala ku kurê min qetilkir re bimeşim. Tişta ku me dît êşeke gelek mezin bû. Ne kiryarên Roboskîyê ne jî kiryarên komkujiyên din nehatin dîtin. Hemû dinya dizane ku ev komkujî ji aliyê kê ve pêk hatine. Ji bo bîdoneke mazotê mafê wan tune bû ku wan tiştan bîn serê me."   'EM DIBÊJIN EDELET, EW DIBÊJIN GIRTIN Û KUŞTIN'    Encu, bertek nîşanî daxuyaniyên AKP'ê yên piştî komkujiyê dan û got: "Di dawiyê de nizanibûn dê çi bibêjin. Gotin, 'Ew terorîst in.' Heger em terorîst bin, çima nasname dan me? Heger ku em terorîst bin, çima çekên xwe dan me? Tişta ku wan kir kesekî nekir. Digotin Îsraîl zalim e. Lê ew in zalim. Heger ne zalim bûna 34 mirov qetil nedikirin. Em dibêjin edelet, ew dibêjin girtin û kuştin."    MA / Zeynep Dûrgût-Arjîn Dîlek Oncel