Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin 2021-12-26 13:37:58   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, di Kongreya Meclisa Ciwanan a HDP'ê de diyar kir ku ji ber tecrîd heye polîtîkayên şer kûr dibin û ev tişt got: "Em dibêjin hûn tu carî nikarin Rêberê Gelê Kurd dîl bigirin.”    Kongreya Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Amedê didome. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser polîtikayên dewletê yên li ser ciwanan û wiha got: “Deriyê Îmraliyê vekin. Ji bo tecrîd heye polîtîkayên şer kûr dibe. Ji ber tecrîd heye şer heye. Em dibêjin hûn tu carî nikarin Rêberê Gelê Kurd dîl bigirin.”    'MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'   Aydenîz, destnîşan kir ku ew dizanin felsefe û sekna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û Kurdistan hevî û baweriyek mezin ava kiriye û wiha axivî: "Ji ber vê yekê ew ji demokrasî û wekheviyê ditirsin. Ji ber vê yekê polîtîkayê şer pêk tînin. Ji bo Ocalan azad bibe, em ê li her kol û li her derê têkoşînê mezin bikin. Li çar aliyê cîhanê rewşenbir û siyasetmedar tev dizanin ku miftiya çareseriyê li Îmraliyê. Ji ber vê yekê çalakiyan li dar dixin. Em vê çalakiya rewşenbir silav dikin”    “HETA AZADIYÊ EM Ê TÊBIKOŞIN'    Di berdewamê de Aydenîz, polîtikayên tecrîdê jî şermezar kir û ev tişt got: “Ji ber vê yekê ciwan ji çar aliyê Kurdistanê hatine salon tijî kirine. Heta tecrîd bi dawî nebe, dê krîz û kaos xelas nebe. Heta tecrîd neyê şikandin dê demokrasî, aştî neyê Rojhilata Navîn. Dixwazin bi tecrîdê li hemû zindanan kuştinê pêş bixin. Dixwazin zindanan bikin mala mirinê. Îro îdamê bi awayekî fîlî pêk tînin. Heta em zindanan bikin qadên azadiyê em ê çalakiya xwe mezin bikin.”   “GELÊ KURD JI HER DEMÊ BETÎR BI HÊVÎ YE'    Aydenîz, li ser hevî û baweriya gelê kurd jî axivî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Em ji vir bang dikin. Hûn tu carî nikarin vîna gel bişkînin. Em ê vêtêkoşînê li her derê belav bikin. Heta gelê kurd bibe xwedî statu û nasname, heta li Rojhilata navîn demokrasî pêş bikeve em ê her tim têbikoşin. Gelê kurd ji her demê bêtir bi hevî û bawerî ye. Ji her demê bêtir nêzî azadiyê ye. Kesên li ser kurdan siyasetê dikin, divê rastiya gelê kurd nas bikin. Gelê kurd îro bi her awayî daxwazên xwe zelal tînin ziman. Kesên siyasetê dikin divê vê qadê bibînin.”    ‘Divê ciwan berî her tiştî li ziman xwedî derkevin’    Di dawiya axaftina xwe de Aydenîz, li ser rol û rista ciwanan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em dizanin li dijî ciwanan polîtîkayên qirêj têne meşandin. Lê ciwanên leheng tu carî li dijî van polîtîkayan serî netewandin. Divê hemû ciwan li dijî van polîtîkayên înkar û îmhayê parastina xwe xurt bikin. Divê em rêxistina xwe xurt bikin. Divê di serî de ciwanê kurd li ziman xwedî derkevin. Divê li her qadê bi zimanê xwe bi axive û biparêze. Îro ziman nebe dê hebûna gelê kurd û pêşeroja gelê kurd tune be. Pêşeroja gelê kurd ciwan in. Divê ciwan bêtir xwe bi rêxistin bikin û li ziman xwedî derkevin. Dem dema azadiyê ye. Dem dema ciwantiyê. Me bi ciwantî dest pê kir. Em ê bi ciwanî bi ser bikevin."   Dema axaftina Aydenîz bi hezaran ciwanan bênavber dirûmeya “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Ciwan fedaiyên Apoyî ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Kongre bi axaftinan didome.