Li Giyadînê kesekî întihar kir 2021-12-26 14:14:40   AGIRÎ - Li navçeya Gîyadînê, welatiyê bi navê Bariş Yaşar ku ber bi întiharê ve hat defandin, jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Tazekent ê navçeya Gîyadînê ya Agiriyê, welatiyê bi navê Bariş Yaşar (47) ku ber bi întiharê ve hat defandin, jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirinê timên tenduristiyê û cendirme çûn gund û cenazeyê Yaşar ji bo otopsiyê rakirinê navenda Agiriyê.    Derbarê bûyerê de lepirsîn hat destpêkirin.