Sancar: Em ê bi ser kevin 2021-12-26 15:49:25   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di Kongreya Ciwanan a Amedê de axivî û ev tişt got, ''Qet xeman nexwin. Em ê bi ser kevin ji ber ku em mafdar in. Ji ber ku em li ber xwe didin.''   Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar, di Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya li Amedê de axivî û got,''We ciwanan, hûn ên ku ji çar aliyên Kurdistanê hatin, we şeqameke xweşik li wan da ku digotin, kurd ji HDP'ê hez nakin, careke din wê ji fediya nikaribin vê gotinê bikin. Ciwan li vir in li ser piya ne, bi hêvî ne. HDP li vir e, cît li ser piyan e.''   HEQÊ WAN BITIRSIN!   Sancar, diyar kir ku dizanin heke ciwanan teslîm bigirin wê hêviya azadiyê û demokrasiyê ya civakê jî biqedînin û wiha axivî: "Dizanin ku ciwanan çavtirsandî bikin li vî welatî wê têkoşîna azadiyê û wekheviyê jî asteng bikin. Ji ber vê herî pir ciwanan dikin hedef. Ya dî, helbet ji ciwanan ditirsin. Heqê wan heye ku bitirsin jî. Ji ber ku pêşengên ku vê pergalê biguherînin, dilê wê jî ciwan in. Qet xeman nexwin. Em ê bi ser bikevin ji ber ku em biheq in. Ji ber ku em li ber xwe didin û bi biryararî ber bi dahatuyê ve diçin.''   HEWLDANA DIZÎNA RUHÊ GELÊ KURD   Di berdewama axaftina xwe de Sancar, bal kişande ser polîtîkayên qeyûmên dagirker û wiha pê de çû: "Polîtîkayên qeyûm ne tenê helwdana teslîmstandina vînê ne. Ne tenê desteserkirina vînê ye. Her wiha hewldana wê ye ku ruhê gelê Kurd bidizin. Rejîma pişivandin, rizandin û teslîmstandina ciwanan e. Têkoşîna li dijî rejîmê, li dijî rejîma qeyûm divê van hemûyan bîne ber çavan û bi giştî were dayin.''   TIFAQA DEMOKRASIYÊ   Sancar, destnîşan kir ku ew li dijî 'pergala nîjadperest, yekreng, şêlandin û talanê' bi armanca avakirina tifaqa mezin a demokrasiyê dimeşin û pêşengiya vê tifaqê jî wê ciwan bikin û ev tişt li axaftina xwe zêd ekir: "Hûn ciwan, ên ku ji Marmarayê heta bi Egeyê, ji her deverên Kurdistanê û her devera Tirkiyên yên dilxwazên azadî, wekheviyê, ên ku perwerdehiyeke azad, laîk, demokratîk dixwazin, bi armanca jiyaneke birûmet in, dema ku hûn hatin cem hev, karê li ber me yê esasî hûn ê çareser bikin. Me hedefa xwe weke tifaqa demokrasiyê danî, pêşengiya vê hûn ê bikin. Wê têkoşîn û biryardariya we be. Hûn ê rêya tifaqa demokasiyê vekin.''   MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN   Sancar, derbarê mirinên li zindanan ku van demên dawî zêde bûne de jî û ev tişt got, ''Niha jî zindanan dikin malên kuştinê, êşkencexaneyan.  Armanca li wir diyar e. Dixwazin vînê bişkînin û teslîm bigirin .Pê dizanin mirovek ku rûmeta xwe nebe wê teslîm bibe. Ji ber vê dixwazin vîna gelê Kurd, gelên kedkar ên Tirkiyê teslîm bistînin û dahatuyeke bêrûmet li ser wan ferz bikin.''   TECRÎDA LI SER OCALAN   Di dawiya axaftina xwe de Sancar, bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt anîn ziman: "Em ê meşa aştiya mezin bi teqezî bi ser bixin. Yek ji rêya astengkirin meşa aştiya mezin tecrîda li Imraliyê ye. Armanca tecrîdê astengkirina aştiyê ye. Tecrîd sîmgeya girankirina polîtîkayên şer e û mînakeke wê rejîmê ye ku niha dixwazin li tevahiya welêt berbela bikin. Ji  ber vê, di vê meşa mezin a aştiyê de ciwan wê pêşengiyê bikin, em hemû em ê xwe bidin ber berpirsyariya vê."