Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye 2021-12-26 16:05:00   WAN - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 18'an de berdewam dike.    Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Eywana Konferansayê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 18'an de berdewam dike. Xizma girtiyê Îbrahîm Alkan, Dilşah Alkan, di nobetê de axivî û ev tişt got: "Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li hemû malbatan dikin ku bên li vir dest bi nobetê bikin. Êdî bes e wê heta kîngê wiha bidome, em edaletê dixwazin."