Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da 2021-12-26 16:41:59   MÊRDÎN - Li navçeya Artûklûyê, înşaatek hilweşiya û karkerekî ku di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Kotek a navçeya Artûklû ya Mêrdînê, dema ku mîksera betonê çîmento dirijand, ji ber sedemeke ne diyar înşaat hilweşiya û hêzan pêk hat. Di hêzandê de 2 karker di bin kavilê înşaatê de man. Li ser bihîstina bûyerê tîmên rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Heta tîmên rizgariyê hatin karkeran  her du karkerên di bin kavilan de derxistin. Karkerek xelas bû û karkerek jî jiyana xwe ji dest da.    Hat hînbûn karkerê ku jiyana xwe ji dest daye navê wî Samî Toparli ye û cenazeyê wî ji otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Tedawiya karkerê birîndar jî li heman nexweşxaneyê hat destpêkirin.