Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike 2021-12-27 09:00:28 ÎZMÎR - Malbata Denîz Poyraz ji bo doza ku dê kujer Onur Gencer bê darizandin banga tevlîbûna dozê kir û diyar kirin ku ew dixwazin berpirsê din ê qetlîamê bên eşkerekirin.  Danişîna ewil a doza ku Onur Gencer di 17'ê Hezîranê de êrişa çekdarî ya li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Îzmîrê pêk anî û xebatkarê partiyê Denîz Poyraz qetil kir, wê di 29'ê Kanûnê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê bê lidarxistin. Tevî ku 6 meh di ser êrişê re derbas bûne, hîn jî derbarê bûyerê de gelek pirsên winda û bêbersiv hene û beriya rûniştina yekemîn dê ji gelek rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, hunermend, hemû beşên civakê peyamên hevgirtina dozê tên dayîn. Ji bo piştevaniya malbata Poyraz wê roja dozê ev alî li ber edliyê bin.    Malbata Poyraz ku piştî 6 mehan cara ewil dê kujer Onur Gencer li salona dadgehê bibînin diyar kir ku ew di nav hestên ku nayên vegotin de ne. Malbatê anî ziman ku yekane daxwaza wan ew e ku berpirsiyarên din ên qetlîamê bên eşkerekirin û cezayê pêwîst bê dayîn, bang li hemû aliyan kir ku li cem wan bin.   ‘KÊLIYEK JÎ JI BÎRA ME NAÇE’    Dayika Denîzê Fehîme Poyraz bi bîr xist ku di ser qetilkirina keça wê re 6 meh derbas bûn û roj û saetên wan bê keça wê Denîz derbas dibin. Fehîme Poyraz wiha got: “Denîz tenê keça min e, Denîza tevahiya gel e. 6 meh derbas bûn lê wisa dixuye ku 6 sal derbas bûne. Zehmet e ku meriv fêrî tunebûna wê bibe. Hêj gelek mêvanên me ji bo Denîzê tên serdana me. Em piçekî êşa xwe ji bîr dikin. Lê gava ku em li malê tenê dimînin ew kêliyek jî ji bîra me naçe.”    ‘BILA EDALET BICIH WERE’    Poyraz anî ziman ku ew ji ber rûniştina yekem bi heyecan û hêrs in û got: “Roja çarşemê rûniştina yekem heye. Dema ez lê difikirim ez nikarim nefesê bistînim. Ez ê cara ewil kujer li salona dadgehê bibînim. Dema em qatil li wir bibînin, em nizanin em ê çawa li ber xwe bidin û çi bikin. Em dizanin ku wî Denîz bi tenê nekuştiye. Heke wî hêz û piştgiriyek ji cihekî negirtibe nikaribû vê êrişê pêk bîne. Hin kesan piştgiriya wî kiriye. Tişta ku em dixwazin ew e ku kesên piştgiriyê dane wî jî bên cezakirin. Em dixwazin dadgehkirin baş derbs bibe û bila edalet bicih were.”   ‘BILA BERPIRSIYAR WERIN EŞKEREKIRIN’   Bavê Denîzê, Abdulîlah Poyraz jî diyar kir ku êşa wan wek roja ewil teze ye û ev pêvajoya 6 mehan ji bo wan pir zor derbas bûye û got: “Mala me bêdeng e û di nava şînê de ye. Çavê me hêj li Denîz digere. Kujer wê rojê tenê ne ji bo ku Denîz qetil bike êrişê pêk aniye. Armanca wî ew bûye ku kî li wir bûya qetil bikira. Yên ku jê re gotine êrişî HDP’ê bike hene. Ew ne bi tenê ye. Em tev viya baş dizanin. Ew jî û qatil jî viya baş dizane. Em dixwazin cezayê giran kîjan be lê were birîn. Gelek kesên wek Denîz hatin qetilkirin hene. Di dozên wan de jî bi cezayên hindik dozan girtin û gelek kujer tên berdan. Qatil li derve ne û digerin. Denîzek çû bila hin Denîzên din neçin. Bila berpirsiyaran eşkere bikin. Em bang li her aliyî dikin ku piştevaniya me bikin û em dixwazin biryarek wek hiqûqa Dadgeha Ewropayê derkeve.”    MA / Ozlem Yayan