Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire 2021-12-27 09:00:29 STENBOL - Parêzer Ahmet Baran Çelîk ku yek ji wan parêzeran e li dijî girtina dosyeya Çemê Merîçê ku faîl û winda nehatibûn dîtin serî li Dadgeha Cezayê Sulhê dan got: “Dewlet refleksa xwe ya klasîk nîşanî me dide. Leşker tên parastin.”  150 penaberên ku gava çûbûn Yewnenîstanê û hatibûn girtin û di 23'yê Tebaxê de radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin, eskeran 45 kes ji wan bi fermana fermandarê cendirmeyan avêtibûn Çemê Merîçê.  Têkildarî 45 penabaran lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê bêyî ku îfadeyên şahid û leşkeran bigirin ji bo dosyeyê biryara dozvenekirinê hat dayîn. Derbarê aqûbeta penaberên avêtine çem hêj tiştek zelal nîne. Tevî ku mexdûran îfade da û dibêjin leşkeran bûyer kiriye jî serê nehat lêkolînkirin û dosye hat girtin.    ‘DEWLET LEŞKERAN DIPARÊZE’    Ji parêzerên dosyeyê Ahmet Baran Çelîk ê endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî girtina dosyeyê diyar kir ku dewlet leşkeran diparêze û dixwaze ser bûyerê bigire û got: “Dewlet refleksa xwe ya klasîk nîşanî me dide. Leşker tên parastin.”    BERPIRSIYARÊN BÛYERÊ DIYAR IN    Çelîk anî ziman ku heta niha xwe gihandine 6 kesên ku şahidiya bûyerê dikin û di dosyeyê de 4 kes cih digirin ji van 4 kesan 2 kes îfade dane û 2 kesên din ji ber tirsiya ne îfade nedane û 2 kes jî qet di dosyeyê de cih nagirin. Çelîk anî ziman ku wan bi dozgeriyê re hevdîtin kiriye lê dozgeriyê gotiye lêpirsîn li Walîtiya Edîrneyê radiweste û heta niha tu encamek negihîştiye destê wan û kes li wan venegeriyaye. Çelîk got her çiqas wan li dijî biryara dozvenekirinê serî li dadgehê daye jî lê bes hêj negihîştiye encamê. Çelîk da zanîn ku berpirsiyarên bûyerê diyar in û leşkerên li wê qereqolê dixebitin jî eşkere ne. Çelîk anî ziman ku dewlet pir eşkere dixwaze ser dosyeyê bigire û tu encam jê dernekeve û wan îtîraza xwe kiriye heke biryarek redkirinê derkeve wê serî li dadgehên bilindtir bixin.    MA / Mehmet Aslan