Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir 2021-12-27 14:23:44   RIHA - Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Nejla Kûrûl ku serdana malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne kir, wiha got: “Têkoşîna dayik û kurê wê divê bibe têkoşîna edaletê ya me hemûyan.”   Serdanên çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin û di roja 294’emîn de didome, berdewam dikin. Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) Nejla Kûrûl li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê bi navkirin serdana malbatê kir. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar Kûrûl bi dowîza “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    WELATÊ BÊEDALETIYAN   Malbatê derbarê têkoşîna edaletê û komkujiyê de Kûrûl agahdar kir. Kûrûl, a malbat guhdar kir wiha got: “Siyaseta berberî hev a li Tirkiyeyê malbata Dayika Emîne Şenyaşar ji holê rakir. Ji avahiya edliyeyê ya mezin edalet dernakeve. Tirkiye bûye welatê bêedaletiyan. Ligel ku li ber çavên dayikê komkujî çêdibe jî kurê wê bi awayekî neheq hat girtin. Daxwaza darizandina adil heye.”   ‘EM LI CEM MALBATÊ NE’   Kûrûl, bal kişand ser komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat û wiha axivî: “Tiştên li nexweşxaneyê qewimîne tune tên hesibandin. Xwîna maye bi dîwaran ve, gengeşî û qetilkirina 3 canan tune tê hesibandin. Bavê ku haya wî ji tu tiştî nebû û ji bo zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê, hat qetilkirin. Ev yek dayikê jî dît û nîşanî hemû rayagiştî ya Tirkiyeyê da lê edaletê cihê xwe nedît. Têkoşîna dayik û kurê wê divê bibe têkoşîna edaletê ya me hemûyan. Em weke kedkarên perwerde û zanîstê li cem malbatê ne. Em bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikim.”   Ferît Şenyaşar ji ber serdanê spasiya xwe pêşkeşî Kûrûl kir û diyar kir ku serdanên piştevaniyê hêzê dide wan û bi lêv kir ku heta edalet pêk were wê lêgerîna wan bidome.    Kûrûl, demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt û ji qadê veqetiya.