Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin 2021-12-27 15:48:49   AMED - Rêxistinên Sivîl ên Civakî yên Amedê xwestin ku girtiyên nexweş demildest werin berdan û derbarê kesên dibin sedemên binpêkirina mafan lêpirsîneke bi bandor were destpêkirin.    Odeya Bijîjkan a Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Odeya Doktorên Diranan, Komeleya Pisporên Kedkarên Civakî, Odeya Bijîjkên Veterîner, Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê, Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê û Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ya Amedê, Platforma Şaxan a KESK’ê, derbarê girtiyên ku mafên wan ê xwe gihandina tenduristiyê hatine astengkirin de daxuyanî dan.    Di daxuyaniya ku li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rêzanê hat dayîn de Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran axivî û  diyar kir ku kapasîteya girtîgehan 220 hezar e lê niha 294 hezar kes girtî ne. Tûran, dazanîn ku zêdebûna girtiyan bandoreke nebaş dike û wiha got: “Ev zedêbûn dibe sedemê zêdebûna binpêkirinên mafan.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN   Tûran, destnîşan kir ku divê rewşa girtîgehan li gor pîvanên navnetewî bibe û wiha berdewam kir: “Bi zêdebûna mirinên li girtîgehan û redkirina berdana girtiyên din ên nexweş re, pirsgirêka mafên tenduristiyê yên girtiyan kûrtir dibe. Di vê çarçoveyê de li girtîgehan jîngehên ku binpêkirinên mafan lê giran dibin didomin.”   Tûran, bi bîr xist ku guhertina di qanûna înfazê de ji bo berdanê şertê “halê baş” anîn û wiha pê de çû: “Girtiyên ku mafên wan ên serbestiyê di encama bikaranîna rayeyên bêsînor û kêfî ya deshilatdariyê de tên astengkirin, di çarçoveya mafê hêvî û mafên azadî û ewlekariyê de tên astengkirin.”    BIRYARÊN ATK’Ê   Tûran, qala raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên “dikare di girtîgehê de bimîne” kir û bi lêv kir ku gelek girtî piştî demekî kurt an di girtîgehê de an jî piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest didin.    BANGA KIR KU DEMILDEST BÊN BERDAN   Tûran, anî ziman ku qawîşên qelebalix, astengkirina mafê xwegihandina tenduristiyê, wesayîtên veguhastinê yên yek kesî, muayeneya bikelepçe, derxistina dereng a revîrê, sewqkirina nexwşxaneyan a dereng, hejmara bijîjk û personelên tendûristiyên yên kêm a di girtîgehan de, nedayîna xwarina diyet, pirsgirêkên xwegihandina ava paqij, rîska zêde ya êrîşê û mayîna li ser girtiyên ku nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, girtina li cihên yek kesî mafê jiyanê yê girtiyên nexweş binpê dike.    Tûran, dazanîn ku peywîra dewletê ye ku girtî di şertên li gor rûmeta mirovahiyê de werin girtin û wiha bang kir: “Girtiyên ku bi nexweşiya giran ketine an jî rewşa wan a tenduristiyê her tim bi şertên girtîgehê re neguncaw bûye, divê li gorî rapora tam a lijneya tendirûstiyê demildest werin berdan û tedawiya wan bi malbatên wan re were domandin.”   ‘NÊZÎKATIYA DERVEYÎ MIROVAHIYÊ’   Tûran, li ser mirina Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi îşkence û êrîşa zayendî lê hat kirin û bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da wiha got: “Êrîşên ku rê li ber mirina Gezer vekir û dîmenên di dema karên cenaze de di çapemeniyê de hatin ragihandin, mînaka herî şênber a nêzîkatiya li derveyî mirovahiyê ya li girtî û xizmên wan e. Her wiha girtiyên nexweşên giran Abdulrezzak Sûyûr, Halîl Guneş, Îlyas Demîr, Bangîn Mihemed li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku nexweşekî giran di nava şert û mercên neguncaw ên fîzîkî û tibî de tê ragirtin û dibe sedema windahiya can, divê ji aliyê meqamên dadgeriyê ve di çarçoveya mafê jiyanê û qedexekirina îşkence, ne însanî û mûameleya xerab de lêpirsîneke bi bandor a ceza bê meşandin.”    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ   Tûran, ragihand ku di 2 salên dawî de li girtîgehan 64 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Tevî hemû serlêdanan jî girtiyên nexweşên giran nayên berdan, bi pêvajoyên dirêj ên serlêdanê û bi hinceta raporên ATK’ê yên ne li gorî exlaqa tibî û nebûna krîterên zanistî mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin.”   DAXWAZ   Tûran, axaftina xwe bi van daxwazan bi dawî kir: “Divê di çarçoveya hiqûqa navxweyî de tedbîrên pêwîst bên girtin û ji bo girtiyên ku ji mafê berdanê bêpar in di çarçoveya hiqûqa navxweyî de derfeta berdanê bê dayîn. Di şert û mercên guncaw de divê dermankirina girtiyan bi rêk û pêk bê kirin; divê mekanîzmayên saziyî bên avakirin ku di gihandina bijîşk û yekîneyên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên nayên dermankirin de bi lez û bi bandor tevbigere. Li şûna şert û mercên serlêdana karantînayê ya 14 rojan ji bo girtiyên nexweş di vegera nexweşxaneyê de bê kirin, divê testa PCR û 2 rojan a odeyên yekrojî bên bicihkirin. Di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de divê dev ji pratîka nebikaranîna mafê hevdîtina vekirî, aktîvîteyên civakî, spor û hewadariyê yên ji bo girtiyên nexweş tên kirin bê berdan. Di saziyên înfaz û şertên li gorî pîvanên lênêrîna taybet de divê pêdiviyên girtiyên jin, LGBTÎ+, girtiyên astengdar, girtiyên pîr bi şert û mercên guncav bên peydakirin. Li hemberî îdîayên îşkence, pêkanînên dijmirovahî û nebaş ên li girtîgehan û binpêkirina mafê jiyanê divê pasîfbûna edlî û îdarî bê terikandin û lêpirsînên serbixwe, bêalî û bi bandor bên meşandin.”