Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide 2021-12-27 17:16:38 ŞIRNEX - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li Cizîrê axivî û got: "Gelê Cizîrê û rêveberên partiya me li ber xwe didin û têkoşîna xwe didomînin." Zextên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zêde bûne hatin protestokirin. Di daxuyaniya ku li ber Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê hat lidarxistin de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, atkîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Di çalakiyê de binçavkirin û girtinên li Navenda Şirnex û navçeyên Cizîr, Silopiya û Hezexê piştî ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di Lijneya Giştî ya Meclîsê de HDP hedef da nîşandan, hatin protestokirin.   ‘BI AWAYEK DIZEKÎ KETINE AVAHIYA ME’    Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku piştî Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylu partiya wan hedef nîşan daye polîsan avêtin ser avahiyên partiya wan û bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin û wiha got: “Li gorî şahidên bûyerê serê sibê saet di 04:00 de bi ser avahiya partiya me de hatiye girtin, lê di rapora polîsan de saet di 06:00 de hatiye nîşandan. Midûriyeta Polîsan a Cizîrê ku di bin fermandariya Soylu de dixebitî, bi awayekî dizekî ketin avahiya me. Hêmanên sûc li avahiya me bi cih kirin û piştî saetekê dîmenên vê ji çapemeniyê re pêşkêş kirin."   ‘EM BERXWEDANÊ JI MEHMET Û ASYA WERGIRTIYE’    Gunay da zanîn ku girtin û binçavkirin û êriş nikarin hevalên wan ên partiyê bêzar bikin û wiha got: “Ji bo plan û sûcên xwe veşêrin çîrok çêkirin. Ji bo vê hevalên me girtin. Ji hemû hevalên me yên girtine xebatên partiyê pirsîne. Soylu ji bo partiya me krîmînalîze bike li Meclîsê axivî. Bi vê yekê re, bi krîmînalîzekirina gelê kurd û dostên wan dike armanc. Tevî hemû pilan, fêl û fêlbaziyên wezîrê sûc jî gelê Cizîrê û rêveberên partiya me li ber xwe didin û têkoşîna xwe didomînin. Cizîra Botan ji dîroka xwe heta niha serî li ber tu qetlîaman netewandiye û çok daneniye. Berxwedana ku ji Mehmet Tûnç û Asya Yuksel wergirtin wê bidomînin. Zext û gefên we nikarin me bitirsînin. Gelê kurd bi berxwedanê hat roja îro û wê ji niha û pê ve jî li ber xwe bide.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.    Şandeyê piştî daxuyaniyê dabeşî du koman bûn û serdana esnafên li Cizîrê û Şirnexê kirin. Xelkê şandeyan bi coş û kêfxweşî pêşwazî kir.