Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me 2021-12-28 09:02:51 MÊRSÎN - Aydî Baran ku piştî du salan ji bo hevdîtinê bi kurê xwe yê girtî re bike ji Mêrsînê çû Tekirdagê, diyar kir ku ev qas rê ji bo hevdîtineke nîv saetî hatiye û xwest zarokên wan sewqî girtîgehên nêzî wan bên kirin.  Hevdîtinên vekirî yên ji ber pandemiyê hatibûn betalkirin, bi fermana Wezareta Dadê di 1'ê Kanûnê de cardin dest pê kirin. Malbatan diyar kir ku ji bo nîv saetê diçin girtîgehên ku bi kîlometreyan dûrî wan in û xwestin ev yek bê rastkirin. Aydî Baran, dayika girtî Çetîn Baran ê di Girtîgeha Tekirdagê de, anî ziman ku ya tê kirin bêwijdanî ye. Baran xwest dawî li vê eziyetê bê û bang kir ku zarokên wan ên di girtîgehên dûr de sewqî girtîgehên nêzî wan bêên kirin.    PIŞTÎ 2 SALAN NÎV SAET   Aydî Baran, anî ziman ku ji ber ku kurê wê di girtîgeheke dûrî wan de ye salê 2 caran diçe girtîgehê û ji ber pandemiyê 2 sal bûn hevdtina vekirî tune bûye û got: "piştî demeke dûr û dirêj ez çûm min kurê xwe dît. Ew qas rê çûm. Şevekê li Stenbolê mam. Sibehê zû rabûm çûm girtîgehê. Di wê baranê de. Piştî 2 salan me bi zor û zehmet me hevdîtin kir. Lê nîv saet. Nîv saet têra tu kesî nake. Em dayik in, zêdetirî 2 sal in me zarokên xwe nedîtibûn."    CIHÊKARÎ   Baran, bertek nîşanî pêkanînên li têketina girtîgehê tên kirin û got: "7 sal in diçim Girtîgeha Tekirdagê. Lê min lêgerîneke wisa nedîtibû. Her derê me sehî kirin." Baran bal kişand ser qanûna înfazê ya vê dawiyê û destnîşan kir ku yên destdirêjiyê kirin, dizî û mafyayan berdan, lê girtiyên siyasî beredan.    Baran, bilêv kir ku ji bo hevdîtinê gelek dayiên wekî wî rêyeke dûr û dirêj diçin û got: "Gelek dayik wekî min xwendin û nivîsandina wan tune ye. Em ji cihekî diçin cihekî. Em ditirsin em ê winda bibin. Bila zarokên me nexin girtîgehên dûra. Hin malbata hene ji ber derfetên wan tune ne nikairn zarokên xwe bibînin. Em jî salê ancax du caran diçin. Em li Mêrsînê dimînin. Li nêzî me Girtîgeha Tarsûsê heye. Bila zarokên me bînin wir, da em jî bi rihetî biçin û bên. Em dayik in, em dixwazin her hefte zarokên xwe bibînin."